Hêzên YPG/YPJ'ê nêzî Girê Spî ne
Hêzên YPG/YPJ'ê yên li eniya rojhilat bi lêdana derbên giran bi pêş de diçin, bi azadkirina gundê Bexdikê re xwe nêzî Girê Spî (Tel Ebyad) kirin.
Hêzên YPG/YPJ'ê yên li eniya rojhilat bi lêdana derbên giran bi pêş de diçin, bi azadkirina gundê Bexdikê re xwe nêzî Girê Spî (Tel Ebyad) kirin.
Hêzên YPG/YPJ'ê yên bi azadkirina navenda bajarê Kobanê re li dijî çeteyan dest bi operasyonê kirin, li eniya rojhilat bi lêdana derbên giran her bi pêş ve diçin. Bi azadkirina gundê Bexdikê re hêzên YPG/YPJ'ê xwe nêzî Girê Spî (Tel Ebyad) kirin. Ji fermandarê YPJ'ê Sorxwîn Zagros got, "Divê were zanîn ku berê tivinga me ê her tim li hêzên paşverû yên faşîzmê li ser gelê me ferz dike, be."
Di çarçoveya pêngava hêzên YPG/YPJ'ê de li hemû eniyên Kantona Kobanê derbên giran li çeteyên DAIŞ'ê tên xistin. Hêzên YPG/YPJ'ê ku piştî azadkirina navenda bajarê Kobanê bi hêzên Bûrkan El Firat re dest bi Operasyona Paqijkirina Hawirdorê kirin, tevî eniyên başûr û rojava li eniya rojhilat jî derbên giran li çeteyan xistin. Di encama van derbeyan de çete neçar man xwe vekişînin. Li eniya rojhilat hêzên YPG/YPJ'ê herî dawî gundê Bexdikê azad kirin.
Di encama êrîşa li hemberî çeteyên xwe li girê stratejîk ê li ser gundê Bexdikê bicih kiribûn de 23 çete hatin kuştin. Di pevçûnên dijwar ên li vê derê de 10 şervanên YPG/YPJ'ê jiyana xwe ji dest dan. Di encama şerê li vir de hejmarek girîng a çek û cebilxaneyên çeteyan hatin desteserkirin û çete ji herêmê reviyan. Çeteyan her çend xwe li gundê Xanê yê 2 kîlometre li pêş girtibin jî, li wir jî di bin dorpêçiya YPG/YPJ'ê de ne.
HÊZÊN YPG/YPJ'Ê NÊZÎ GIRÊ SPÎ NE
Hêzên YPG/YPJ'ê yên gund û girê Bexdikê azad kirin, bi vî rengî xwe nêzî Girê Spî (Tel Ebyad) ku yek ji navendên girîng ên çeteyan e, bûn. Li gundê Bexdikê, ku 10 kîlometre dûrî Girê Spî ye, di encama pevçûnên dijwar de ala kesk, sor, zer hat çikandin. Çeteyên ku neçar dimînin roj bi roj xeta xwe ya parastinê vekişînin, li gundê Xanê jî di bin dorpêçiya şervanên YPG/YPJ'ê de ne. Gundê Îdaniyê yê ji çend mlana ku di navbera Bexdikê û Xanê de ye, di bin kontrola şervanên YPG/YPJ'ê de ye.
SERDANA MEWZIYÊN BERXWEDANÊ
Ji fermandarên YPJ'ê Sorxwîn Zagros ku bi xwe jî di operasyona azadkirina gund û gir de cih girt, mewziyên berxwedanê ziyaret kir. Fermandara YPJ'ê rewşa dawî ya li eniyan vegot.
Fermandar Sorxwîn Zagros destnîşan kir, ku rêhevalên wan ên di berxwedana destanî de jiyana xwe ji dest dan, ji bo wan nirxa herî mezin in. Fermandar Zagros anî ziman ku bi sonda 'heta dilopa dawî ya xwîna xwe em ê mewziyên xwe neterikînin' wan li eniya rojhilat çete ji Kaniya Kurdan derxistine û piştre ji gundê Alîşarê dest bi Pêngava Paqijkirinê kirine û xwe gihandina gundê Bexdikê.
'DI SERKETINA ME DE ROLA HERÎ MEZIN A RÊHEVALÊN ME YÊN ŞEHÎD KETINE YE'
Zagros got, "Şervanên YPG/YPJ'ê yên xwedî ruhê fedaî yê Rêber Apo, girê herî stratejîk ê herêmê yê ku çete bi doçka û çekên giran lê bicih bûbûn, di 15'ê Sibatê de ku rojek ji bo gelên Kurdistanê rojeke reş e, bi lêdana derbên giran azad kirin" û destnîşan kir ku di azadkirina gir de par û rola herî mezin a rêhevalên wan ên jiyana xwe ji dest dane ye.
'EM Ê ÇETEYÊN HOV JI GUNDÊ SERZORÎ BIAVÊJIN'
Zagros diyar kir ku niha li eniyên din ên Kobanê jî cih li çeteyan hatiye tengkirin û axaftina xwe wiha dewam kir: "Me beşeke mezin a kadroyên sereke yên DAIŞ'ê li navenda bajarê Kobanê tine kirin. Yên mayî jî ji gundiyên bi zorê ji derdorê komkirine pêk tê. Ev gundî hem bi zorê tevlî şer tên kirin hem jî ji ber ku tecrûbeyên xwe yê şer nîne, li gelek deveran bêyî çekê biteqîne direvin. Li eniya başûr jî çete bi rêbazên cuda êrîş dikirin lê belê her carê ji hatina xwe poşman dibûn. Hêzên leşkerî yên YPG/YPJ'ê ji ti hêzên dijmin natirsin û wê ti carî bi paş ve gavê neavêjin. Li pêşiya me gundê Serzorî heye. Hevalên me yên leheng, Dibistana Serzorî kirin keleha berxwedanê. Me sond xwarin ku em ê xeyalên wan hevalên xwe bicih bînin. Em ê çeteyên hov ji gundê Serzorî derxînin."
'BERÊ TIVINGA ME WÊ LI HEMÛ HÊZÊN PAŞVERÛ BE'
Zagros anî ziman şerê wan ê li dijî çeteyan, ji bo hemû gelên Asûrî, Suryanî, Tirkmen, Azerî, Elewî, Êzidî, Fars, Acem, Ereb û Kurdên li xaka lê dijîn e. Zagros diyar kir ku ew dixwazin jiyaneke azad û wekhev a van hemû gelan ava bikin û got, "Ji bo parastina nirxên hemû gelan, ji bo afirandina civakeke exlaqî û polîtîk, çi ji destê me bê em ê bikin." Zagros di dewama axaftina xwe de got, "Divê were zanîn ku berê tivinga me ê her tim li hêzên paşverû yên faşîzmê li ser gelê me ferz dike, be. ev yek soza me ya ji bo gelan e. Heta azadkirina xaka xwe, gelên xwe û rêberê xwe têkoşîna me wê dewam bike."