Fermandarê Suryanî Heysem Yonan ber bi rêwîtiya dawî ve hat oxirkirin
Welatiyên Hesekê cenazeyê endamê Fermandariya Meclîsa Leşgerî ya Suryanî Senherîb (Heysem Yonan) li goristana Suryaniyan a li Taxa Mişêrfê ya bakurrojavayê bajêr oxir kirin.
Welatiyên Hesekê cenazeyê endamê Fermandariya Meclîsa Leşgerî ya Suryanî Senherîb (Heysem Yonan) li goristana Suryaniyan a li Taxa Mişêrfê ya bakurrojavayê bajêr oxir kirin.
Welatiyên Hesekê cenazeyê endamê Fermandariya Meclîsa Leşgerî ya Suryanî Senherîb (Heysem Yonan) li goristana Suryaniyan a li Taxa Mişêrfê ya bakurrojavayê bajêr oxir kirin.
Endamê Fermandariya Meclîsa Leşgerî ya Suryaniyan MFS Senherîb (Heysem Yonan) ê 23’ê Sibata 2015’an di berxwedana gundê Til Hirmiz ê girêdayî bajarê Hesekê jiyana xwe ji dest da.
Ji bo wergirtina cenazeyê fermandarî Suryanî bi sedan welatiyên bajarê Hesekê yên ji pêkhateyên Suryanî, Asurî, Kildanî, Kurd û Ereb li dêra Meryem EL-Ezrai ya li Taxa EL-Nasra kom bûn.
Heyetek ji Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ji Serokê Desteya Mafê Mirovan Senherîb Bersûm, Serokê Desteya Aborî û Bazirganiyê Siham Qeryo, Alîkarê Serokê Desteya Parastinê Eblhed Gewriyê û Alîkara Serokê Desteya Karên Derve Şamîran Şamûn pêk dihat tevî nûnerê partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl li herêmê beşdarî merasîma oxirkirinê bûn.
Li dêrê merasîma olî ji fermandar Senherîb re hat lidarxistin. Di merasîmê de weciba olî pêk hat. Piştre kêşeyê dêra Mar Curcus a Suryanên Arsuzokis Baba Antonyos EL-Heno axivî û têkoşerên ku di oxira parastina herêmê de şehîd bûne bibîr anî.
Li vir girseya oxirkirinê bi karwanekî wesayîtan di nava bajar de geriya û berê xwe da goristana Suryaniyan a li Taxa Mişêrfê.
Li goristanê merasîma oxirkirinê bi rêzgirtinê destpê kir. Piştre şervanên Meclîsa Leşgerî ya Suryaniyan û YPG`ê merasîmeke leşgerî li dar xistin.
Paşê Berdevkê Meclîsa Leşgerî ya Suryaniyan Kîno Gabriyêl axivî û soza şopandina rêya fermandar Senherîb û hemû rêhevalên wî dubare kir û wiha got: “Baweriya hevalên me bi doza gelê xwe hebû. Di oxira wê baweriyê de jî wan xwîna xwe da. Em ê heya dawiyê şopdarên rêya wan bin”.
Gabriyêl, di berdewama axaftina xwe de da zanîn ku têkoşeran rêya azadiyê ji wan re ronî kirine û wisa pê de çû: “Gelê me di nava dîrokê de rastî gelek komkujiyan hatin. Şehîdan bi berxwedana xwe riya azadiyê ji bo me ronî kirin”.
Gabriyêl bal kişand ser pêşveçûnên li herêmê û got: “Em di pêvajoyeke dîrokî re derbas dibin. Ew ji me daxwaz dike ku bibin yek ji bo li hember van metirsiyên ku herêmê tehdîd dikin li ber xwe bidin. Em qebûl nakin ji bo me bêjin Suryan, Asûrî yan jî Kildan ji ber ku em yek gel in. Em soza parastina doza gelê xwe yê li Mezopotamya dijîn didin.
Piştî merasîman cenazeyê têkoşer Senherîb di nava tilîlî û dirûşmên silavkirina berxwedana şervanan hate spartin.
Konê sersaxiyê yê têkoşer Senherîb wê roja Duşemê li Dêra Meryem EL-Ezraa bê vekirin.