Cizîrspor bû şampiyon

Cizîrspor di maça xwe ya dawî de li hemberî tîma 12 Bingolsporê yek puan stand û bû şampiyon. Bi vê re ji Lîga Herêmî ya Amator a Tirkiyeyê derket Lîga 3'yemîn.

Cizîrspor di maça xwe ya dawî de li hemberî tîma 12 Bingolsporê yek puan stand û bû şampiyon. Bi vê re ji Lîga Herêmî ya Amator a Tirkiyeyê derket Lîga 3'yemîn.

Cizîrspor di Lîga Herêmî ya Amator a Tirkiyeyê de dilîst îro ji ber cezayê girtina stadê li stadyûma Rihayê bi tîma 12 Bingolsporê re hat beramberî hev. Di 90 deqeyên maçê de ji her du tîman gol neavêtin û maç 0-0 wekhev qediya. Cizîrspor di vê maçê de puanek stand û bi vê puanê bû şampiyon. Cizîrspor derket lîga 3'yemîn.

Piştî gelê Cizîrê agahiya serketina Cizîrê wergirt, bi wesayîtên xwe konvoy çêkirin, flamaya Cizîrsporê hildan li nava bajar serketina Cizîrsporê pîroz kirin.