Cenazeyê şervanê YPG’ê Çetîn ber bi Nisêbînê ve hat oxirkirin
Cenazeyê Şervanê YPG’ê Dogan Çetîn (Cûdî Gabar) ê li Rabîa di êrîşa çeteyên DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest da piştî kar û barên otopsiyê yên li Amedê ber bi Nisêbînê ve hat oxirkirin.

Cenazeyê şervanê YPG’ê Dogan Çetîn ê 8’ê Tebaxa 2014’an li navçeya Rabîa ya Başûrê Kurdistanê, di şerekî li hember çeteyên DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest da, dema ji bo otopsiyê anîn Amedê li ser rêya Bismil ji aliyê hezaran kesî ve hat pêşwazîkirin. Tevî baran û hewaya sar jî wesayîta cenaze ligel konvoya bi sedan wesayîtan li navenda bajêr bi girseyî hat pêşwazîkirin. Cenazeyê bi çepik û tililiyan anîn Nexweşxaneya Perwerde û Lêgerînê ya Gazî Yaşargîl, welatiyan bi dirûşmên, "Şehîd namirin", "Bijî berxwedana Şengalê" cenaze danîn ser milê xwe û birin morga nexweşxaneyê. Di konvoya ku MEYA-DER, HDP, DBP û bi sedan kes tevlî bûn, alên YPG’ê û wêneyên Çetîn hatin hilgirtin.
Cenazeyê şervanê YPG’ê Çetîn, piştî otopsiya li Saziya Tiba Edlî ya Amedê bi konvoyeke ji sedan wesayîtan ber bi Nisêbînê ve hat oxirkirin. Hat ragihandin ku wê cenazeyê Çetîn sibe saet 12.00’an bi merasîmeke li “şehîdgehê” ya Nisêbînê bê defnkirin.