Ciwanên Kurd li Kîelê Newroz pîroz kirin

Ciwanên Kurd, li salona zanîngehê ya bajarê Elmanya Kîelê, Newroz pîroz kirin.

Ciwanên Kurd, li salona zanîngehê ya bajarê Elmanya Kîelê, Newroz pîroz kirin.

Ciwanên Kurdistanî li Zanîngeha Kîelê, bi beşdariya bi sedan kesî Newroz pîroz kirin.

Pîrozbahiya ku ji aliyê xwendekaran ve hat organîzekirin, bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê ya li ber sirûda Ey Reqîp, destpê kir.

Dûre li ser wate û girîngiya Newrozê bi zimanê Elmanî axaftin hat kirin. Hat destnîşankirin ku Newroz a navê serhildana li dijî zilm û zordariyê ye, di roja îro de veguheriye hişyarî, biratî, aştî, yekîtî û cejna azadiyê.

Li dû axaftinê Koma Dep, Ozan Bênav, Baran, Koma Renk û Ozgur Comert derketin ser dikê.

Pîrozbahiya Newrozê bi gerandina govendê û qîrîna dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Şehîd Namirin" bi dawî bû.