KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Wesayîta çeteyan hate rûxandin
Şervanên YPG’ê îro li gundên Xêbiş û Til Şamîranê yên girêdayî Til Temirê li dijî wesayîteke leşkerî ya çeteyên DAIŞ’ê çalakiyek pêk anîn. -
Newroz li gundê Bafê hate pîrozkirin
Li pîrozbahiyên Newrozê li Kurdistanê berdewam dikin. Li gundê Fafê yê navçeya Hezexa Şirnexê, ku dikeve qûntarê Çiyayê Gabarê bi dirûşma “Ji Ocalan re Azadî” cejna Newrozê hate pîrozkirin. -
Cenazeyê Mîrza Botan derbasî Başûr hat kirin
Cenazeyê şervanê YPG’ê Mihemed Ebdellah (Mîrza Botan) ê ku di berxwedan gunedê Hol de jiyana xwe ji dest daye, ji aliyê bi sedan kesî ve hat oxirkin û derbasî Başûrê Kurdistanê hat kirin. -
Li çiyayan paqijiya derdorê
Li çiyayê Qendîlê piştî pîrozbahiyên Newrozê gel û gerîlayan paqijiya derdorê kirin. -
Şervanê YPG’ê Scurfield, li Nottingham hat defnkirin
Hemwelatiyê Îngîltere şervanê YPG’ê Konstandinos Erik Scurfield (Kemal) ê 2’yê Adarê di şerekî li Til Berak jiyana xwe ji dest da li Nottingam bi merasîmeke girseyî hat defnkirin. -
Zexta leşkeran niştecihên Roboskî bêzar kirin
Welatiyên gundê Roboskî yê navçeya Qilabanê ji ber pêkûtî û tevgera leşkeran bêzar bûn ji bo jiyaneke nû koçî Zozana Şîrîtê kirin. -
Şervanê YPG’ê Agirî Hiso jiyana xwe ji dest da
Navenda Çapemeniya YPG’ê nasnameya şervanê YPG’ê Agirî Hiso yê li Til Temir jiyana xwe ji dest da, aşkera kir. -
Li ser binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Şirnexê rapor
Têkildarî binpêkirinên mafan yên li Girtîgeha Şirnexê hatin jiyîn de raporek hat amadekirin û di raporê de hat gotin ku girtiyên nexweş sewqî nexweşxaneyan nayê kirin, name û rojnameyên wan tên astengkirin... -
YPG'ê nasnameya du şervanan aşkera kir
Navenda Çapemeniya YPG’ê nasnameya 2 şervanên di berxwedana Kantona Cizîrî de jiyana xwe ji dest dane, aşkera kir. -
Ciwanên Êzidî hatin serdana Ahmet Turk
Komeke ciwanên Êzidî yên li bajarê Celle yê Elmanyayê dijîn, hatin serdana Hevşaredarê Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk. -
YPG: Li Kantonên Cizîr û Kobanê 24 çete hatin kuştin
Di operasyonên YPG/YPJ ên li kantonên Cizîr û Kobanê de pevçûnên dijwar diqewimin. YPG'ê diyar kir ku di pevçûnên duh ên li her du kantonan de herî kêm 24 çete hatine kuştin. -
Newroz li Saratovê hat pîrozkirin
Cejna Newroz li bajarê Saratovê hat pîrozkirin. -
Artêşa Tirk qadên gerîla bombebaran kir
Artêşa Tirk bi obus û hawanan êrîşî Herêmên Parastinê yên Medyayê kir. -
Şervanê YPG'ê Tûnç ji aliyê bi hezaran kesî ve hat oxirkirin
Şervanê YPG'ê Şoreş Tûnç ê li Kobanê di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da, ji aliyê bi hezaran kesî ve bi merasîmekê hat veşartin. -
Karasû: Gerîla ji şoreşa gelên Rojhilata Navîn re pêşengiyê dike
Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû destnîşan kir ku gerîla di roja îro de ne tenê ji Kurdan re ji şoreşa gelên Rojhilata Navîn re pêşengiyê dike û got, "Hilgirtina çekê gelekî girîng e, qîmetê vê çekê zanibin." -
Daxwaza ji nû ve darizandinê ya doza Kaymaz hat redkirin
Têkildarî doza Ugur Kaymaz parêzerên girêdayî Şaxa ÎHD'ê ya Mêrdînê ji bo darizandin ji nû ve pêk bê serlêdan kirin lê dadgehê serlêdan nirxand û bê hincet red kir. -
Komîsyona Aboriya KCD’ê ket nava tevgerê
Komîsyona Aboriyê ya Wanê ya KCD’ê li Wanê di çarçoveya Projeya Pêşxistina Fêkiyan û Mêşvaniyê de, xebatên xwe didomînin. Di çarçoveya xebatan de wê 23.500 şitlên sêv, hirmî, gêlaz û gûzan bên çandin, her wiha wê kewarên mêşên hingiv bên belavkirin. -
‘Kurdên Bakur ên li Başûrê Kurdistanê divê teqez dengên xwe bikar bînin’
Nûneriya DBP’ê ya Hewlêrê bang kir ku Kurdên Bakurê Kurdistanê yên li Başûrê Kurdistanê dijîn, bila dengên xwe bikar bînin. -
Li Krasnadarê Newroz hat pîrozkirin
Di 26’ê Adara 2015'an de li Rûsyayê li bajarê Krasnadarê konsera pîrozbahiya Newrozê pêk hat. Konser li Mala Çandê ya bi navê Jeleznodorojnîkov pêk hat. -
Li çiyayê Şengalê meşa ji bo 'naskirina jenosîdê'
Ji bo fermana 73'an a bi serê Êzidiyan de hat weke jenosîdê were qebûlkirin, Êzidiyên li çiyayê Şengalê bi pêşengiya Meclîsa Şengalê meşek lidar xist. -
Piştî berxwedana dîrokî jiyana ku ji nû ve şîn dibe
Şerê ku li Kobanê li dijî feresata tarî ya çeteyên DAIŞ’ê hate dayîn di bin şert û mercên giran de ji perwerdeyê heta hunerê bi jiyana ku bi ruheke nû tê hûnandin ve jî tê dayîn. -
Engîn: Em banga herikîna ber bi çiyayên azad ve dikin
Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Kasim Engîn, duh, îro û wateya 'Hefteya Qehremaniyê' vegot. Engîn got, "Divê ciwanên Kurd Hefteya Qehremaniyê bikin wesîle û biherikin çiyayên azad ên ji vê destana qehremaniyê re şahidî kirine." -
Cenazeyê şervanê YPG'ê Tûnç anîn Rihayê
Cenazeyê şervanê YPG'ê Şoreş Tûnç (Şoreş Agir) di operasyona azadkirina gundên Kobanê jiyana xwe ji dest da anîn Rihayê. -
Fermandarê MSF’ê Sanharib Esam Yonan jiyana xwe ji dest da
Fermandarê Meclîsa Leşkerî ya Suryaniyan (MSF) û fermandarê tabûra Şehîd Cûdî Sanharib Esam Yonan li Xabûrê jiyana xwe ji dest da. -
Li Gimgimê operasyona leşkerî
Hate zanîn ku li bejahiya navçeya Gimgim a Mûşê operasyona leşkerî hatiye destpêkirin