Newroz li gundê Bafê hate pîrozkirin

Li pîrozbahiyên Newrozê li Kurdistanê berdewam dikin. Li gundê Fafê yê navçeya Hezexa Şirnexê, ku dikeve qûntarê Çiyayê Gabarê bi dirûşma “Ji Ocalan re Azadî” cejna Newrozê hate pîrozkirin.

Li pîrozbahiyên Newrozê li Kurdistanê berdewam dikin. Li gundê Bafê yê navçeya Hezexa Şirnexê, ku dikeve qûntarê Çiyayê Gabarê bi dirûşma “Ji Ocalan re Azadî” cejna Newrozê hate pîrozkirin.

Pîrozbahiya Newrozê ya li gundê Bafê yê Hezexa Şirnexê bi dirûşma “Ji Ocalan re Azadî” bi beşdariya bi sedan kesî hate pîrozkirin.  Posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên PKK, KCK û YPG’ê bi dikê ve hatin kirin. Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz, rêveberên DBP û HDP’ya bajar û navçeya Hezexê, hevşaredarên Hezexê, endam û rêveberên MEYA-DER’ê û bi sedan kes jî tevlî pîrozbahiyê bûn.

Di pîrozbahiya bi sirûda “Ey Reqîb” destpê kir, dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Bijî berxwedana Kobanê” hatin gotin. Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz axivî.

Sariyildiz bal kişand ser girîngiya hilbijartinên 7’ê Hezîranê û diyar kir ku ew bi saya şehîdên ku gelê Kurd heta îro dane hate vê astê. Sariyildiz destnîşan kir ku li gel nêzîbûna hilbijaritnê tirsa hikûmetê ya ji HDP’ê bi awayekî baş li ser rûyê wan diyar bû.

Piştî axaftina, Sariyildiz, Dayikên Aştiyê û dayikên gerîlayên Kurd ên ku di dîrokên cuda de jiyana xwe ji dest dane, agirê Newrozê vêxistin. Şahî bi mûzîk û govendê bi dawî bû.