37 gerîlayên ji dewreya perwerdeya bingehîn mezûn bûn, bi merasîmekê dîplomayên xwe wergirtin. Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû destnîşan kir ku gerîla di roja îro de ne tenê ji Kurdan re ji şoreşa gelên Rojhilata Navîn re pêşengiyê dike û got, "Hilgirtina çekê gelekî girîng e, qîmetê vê çekê zanibin."
Şaxê Şehîd Dilşêr ê Dewreya Perwerdeya Bingehîn a Şehîd Erdal a Fermandariya Akademiyên Apollo ya HPG'ê, di hefteya Newrozê de mezûn bû. Di merasîmê de endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû, endama Konseya Leşkerî ya HPG û YJA Starê Hêzil Dêrsim û tevî yek ji fermandarên HPG'ê Dilxwaz Gabar, bi dehan gerîla amade bûn. Li dû merasîma sondxwarinê, gerîlayan dîplomayên xwe ji destê endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû wergirtin.
Piştî dayîna nasnameyên gerîla, Karasû di merasîma leşkerî de ji gerîlayan re axivî. Karasû got, "Kurdên ku berê ji bo xelkê şer dikirin, niha ji bo gel û welatê xwe radihêjin çekê." Karasû der barê rola dewreyên perwerdeya bingehîn ji bo berdewamiya têkoşîna çekdarî, wateya çeka di destê gerîla de, wate û girîngiya gerîla ji bo Kurdan û gelên Rojhilata Navîn nirxandin kir. Karasû got, "Em dewreke din a şervanên nû diqedînin. Ev dewreya me xelekek ji zincîrekê ye. Ji salên 1980'yî û vir ve ev perwerde tên lidarxistin. Têkoşîna me bi van dewreyan re xwe mayînde kiriye. Lewma ev dewreyên perwerdeya bingehîn gelekî girîng in. Ev derfet û merc, ji bo Kurdan û tevahiya gelên Rojhilata Navîn nirxên di asta pîrozmendiyan de ne."
Mûsatafa Karasû da xuyakirin ku afirandina van derfetan û dewamiya perwerdeyên gerîla li çiyayên Kurdistanê bi hêsanî derneketin holê û destnîşan kir ku ev derfet bi têkoşîna 40 salî û ked û hewldana bi hezaran cangoriyan bi dest ketine.
'DÎTINA PERWERDEYA GERÎLA JI BO MIN TÊ WATEYA PÊKANÎNA ŞOREŞÊ'
Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû diyar kir ku di demên xwe yên ciwantiyê de wî xwestiye biçe Fîlîstînê û perwerdeya gerîla bibîne û got, "Di ciwantiya xwe de min her tim dixwest bibim gerîla. Di salên 1973-74'an de min xwest biçim Fîlîstînê. Hingî navenda gerîla Fîlîstîn bû. Li cîhanê ji 72 neteweyan mirov diçûn Rojhilata Navîn û perwerde didîtin. Ew der ocaxeke şoreşê bû û kampên Fîlîstînê bi wî rengî dihat dîtin. Di sala 1974'an min ê li kampê Fîlîstînê perwerde bidîta û vegeriya Tirkiyeyê. Ji bo min dîtina perwerdeya gerîla û vegera Tirkiyeyê, dihat wateya pêkanîna şoreşê. Di wê astê de kelecan, daxwaz û coşa me hebû. Hingî ez ne Apoyî bûm. Di rêxistina Denîzan di THKO de min ê perwerde bidîta. Dûre me yê li Tirkiye û Kurdistanê şerê gerîla bimeşanda. Bi mehan ez li bendê mam lê belê ji ber ku kûryeyên Fîlîstînê hatin girtin, nikarîbûm biçam. Dûre ji xwe bûm Apoyî."
'JI BO AZADIYA XWE EM RADIHÊJIN ÇEKÊ'
Karasû got, "Niha çiyayên Kurdistanê di wê asta pîrozmendiyê ne" û ev xal destnîşan kir: "Berê Kurd dibûn leşkerê xelkê. Dibûn leşkerê dewleta Tirk, Iraq, Îran û Sûriyeyê. Lê niha em ji bo gelê xwe, ji bo welatê xwe, ji bo azadiya xwe radihêjin çekê. Dema rakirina çekê ji bo xelkê, mirina ji bo xelkê, êdî bihurî. Yê ku ev bi ser xist jî Rêber Apo û PKK ye. Hûnê qîmetê vê bizanibin."
Karasû sedema girîngiya rahiştina çekê ya ciwanên Kurd bi vî rengî rave kir: "Rahiştina vê çekê, gelekî girîng e. Hûn ê qîmetê vê bizanibin. Beriya nifşê me, kes nebû vê çekê bide destê bav û kalên me. Lê belê ev çil sal in Rêber Apo û PKK, çekê dide keç û xortên Kurd û rêya têkoşîna ji bo welatê xwe li wan vedikin. Peydakirina van çekan ewçend hêsan nebû. Têkoşîna gerîla bi hêsanî destpê nekir. Bi ked, hewldan û fedekariyên mezin têkoşîna gerîla destpê kir."
Karasû got, "Pêkanîna çalakiya destpêkê bi xwe jî ji bo me dîrokî ye" û axaftina xwe wiha dewam kir: "Çalakiya 15'ê Tebaxê yanî yekemcar rakirina çekê ji bo gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn destpêka dîrokeke nû bû. Yekemcar di dîroka Kurdistanê de em ji bo gel û welatê xwe têkoşîneke bi vî rengî ya gerîla dimeşînin. Şensê ku nebû nesîbê bav û kalên me, bû nesîbê me, nesîbê we. Hûn vê rûmetdariyê dijîn. Rêber Apo, şehîd û partiya me ev derfet dane we. Hûnê girîngiya vê bizanibin."
'BI RAHIŞTINA ÇEKÊ RE HÛN LI DIJÎ MÊTÎNGERÎ Û EMPERYALÎZMÊ DERDIKEVIN'
Karasû da xuyakirin ku bi beşdariya li nava refên gerîla û bi rahiştina çekê re, li dijî mêtîngerî û emperyalîzmê tê derketin û got, "Hûn tenê ranahêjin çekê. Biryara we daye, tê wateya guhertina dîrokê, mirovahiyê û guhertina we bi xwe." Karasû di dewama axaftina xwe de wiha peyivî: "Me bi kesayetiyeke bi vî rengî ya têkoşînê re qezenç kirin. Hûn jî dibin xwedî kesayetiyeke nû. Bi vê dewreya perwerdeyê re, kesayetiya we ya serî li ber serdestan ditewand, bihurî. Bi mezûniyeta li vê derê re, hûn li dijî mêtîngerî û emperyalîzmê derdikevin."
'ÇIYAYÊN KURDISTANÊ NAVENDA KURDÊN AZAD E'
Karasû ragihand ku êdî kes nikare li ser navê Kurdan biryarê bide û got, "Çiyayên Kurdistanê cihê biryar dayîn, nêrîn, nîqaş û çalakiyê ya azad e. Kes nikare li pêşiya wergirtina biryarê, li pêşniya nîqaşê û li pêşiya çalakiya me bibe asteng. Ji ber vê yekê çiyayên Kurdistanê navenda Kurdayetiya azad e. Êdî hûn Kurdên azad temsîl dikin. Hûn vîna azad a gelê me tesmîl dikin. Rûmetek ji vê mezintir heye? Nirxa herî mezin a îro ji we re hatiye dayîn ev e. Çeka di destê xwe de, bêguman li gorî dilsoziya bi bîranîna rêhevalê Hakî Karer, fermandarê me yê mezin afirînerê 15'ê Tebaxê rêhevalê Egîd, berxwedêrên zîndanan û hemû şehîdên me, bi awayê herî baş hûn ê bikar bînin."
Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû der barê rêbaza nû ya têkoşînê de nirxandin ji gerîlayên nû re kir û ev hişyarî da: "Bêguman em artêşek in. Lehengiyeke bi tena serê xwe nabe. Lehengî bi têkoşîna bi hêza ji rêxistinbûyîn û îdeolojiya me dibe. Lewma em ê vê têkoşînê bi awayekî rêxistinbûyî di nava yekîneyên gerîla de bi rêbaza rêhevaltiyê bimeşînin. Bi qedandina vê dewreyê re em bûn kesayetên rêxistinbûyî. Kesayetê rêxistinbûyî tê wateya kesayetê têk naçe."
'HÊZA MORALÊ YA GELÊ KURD ÎRO GERÎLA YE'
Mûstafa Karasû ragihand ku hêza herî mezin a moralê ya gelê Kurd gerîla ye û destnîşan kir ku bi saya gerîla hebûna gerîla tê parastin. Karasû got, "Îro gerîla têk naçe. Çil sal in em li hemberî artêşên herî mezin ên cîhanê şer dikin û bi serbilindî li ser piyan e. Îro ne tenê ji bo Kurdan em hêviya hemû gelên Rojhilata Navîn û mirovahiyê ne. Bi vê hêza xwe ya rêxistinbûyî re em ji şoreşa tevahiya gelên Rojhilata Navîn re pêşengiyê dikin. Ji ber ku li Kobanê, Şengalê, Kerkûkê gerîlayên Kurd hene, hebûna gelê Kurd tê parastin. Îro hêza moralê ya gelê Kurd, gerîla ye."
'HER KES DIXWAZE GERÎLA LI CEM XWE BIBÎNE'
Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû da xuyakirin ku gelê Başûrê Kurdistanê ji bo moralê jê bigire, gerîla vexwendî merasîma Newrozê kiriye û gerîla jî li ser vê daxwazê beşdarî merasîma leşkerî bûye û got, "Li Silêmanî ji bo moralê jê bigirin, gerîla vexwendin merasîmên Newrozê. Gelê me dema dibîne gerîla li cem me, xwe ewle dibîne. Ji ber vê yekê her kes dixwaze gerîla li cem xwe bibîne. Eger me xwe gihandibin têgihiştina gerîla, hingî têkçûna gerîla ne pêkane. Ji ber ku nirxên gerîla anîn roja îro nirxên têk naçin e. Nirxên mezin ên baweriyê ne. Cîhan jî bi ser me de bê, gerîla têk naçe. Ji ber ku kes nikare dildarî û daxwaza me ya li azadî, welat û gel bişkîne. Ev vîn li cem gerîla heye. Xeleka dawî ya vê zincîrê jî hûn in. Hûn van temsîl dikin. Li ser vê bingehê eger hûn xwe tevlî têkoşînê bikin, xwe veguherînin mîlîtanê fedaî yê vê artêşê, kes nikare we têk bibe. Li ser vê bingehê di têkoşîna we de serketinê dixwazim."
Merasîm bi qîrîna dirûşmên ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bû. Piştre Karasû bi gerîlayan re sohbet kir û wêneyê bîranînê kişand.