Komîsyona Aboriya KCD’ê ket nava tevgerê

Komîsyona Aboriyê ya Wanê ya KCD’ê li Wanê di çarçoveya Projeya Pêşxistina Fêkiyan û Mêşvaniyê de, xebatên xwe didomînin. Di çarçoveya xebatan de wê 23.500 şitlên sêv, hirmî, gêlaz û gûzan bên çandin, her wiha wê kewarên mêşên hingiv bên belavkirin.

Komîsyona Aboriyê ya Wanê ya KCD’ê li Wanê di çarçoveya Projeya Pêşxistina Fêkiyan û Mêşvaniyê de, xebatên xwe didomînin. Di çarçoveya xebatan de wê 23.500 şitlên sêv, hirmî, gêlaz û gûzan bên çandin, her wiha wê  li Westanê kewarên meşên hingiv bên belavkirin.

Komîsyona Aboriya KCD’ê ku ev demeke li Kurdistanê konferansên aboriyê pêk tîne û tespît û encamên bi dest dixîne bi raya gitşî re parve dike. Komîsyona ku bi taybet li Kurdistanê seravaniyê pêş dixîne, wê di demek nêz de projeyên xwe bike jiyanê. Di vê astê de li Wanê yekem car wê 23.500 şitlên fêkiyan bên çandin û di mijara mêşvaniyê de jî wê li nuqteyên hatine diyarkirin, xebatan bimeşînin.

GELÊ ME WÊ HEWCEDARIYA XWE BÎNE CIH

Endamê Komîsyonê Mehmet Cengîz der barê xebatan de agahî dan û destnîşan kir ku ji bo aliyê pratîk ê xebatê ya bi Konferansa Aboriyê re destpêkirin, bikeve jiyanê dest bi xebatan kirine û got: “Li Wan û navçeyên wê xebat hatine aste temamkirinê. Di vê çarçoveyê de ji bo hewcedariya sebze û fêkiyan bê çareserkirin, xebatên me hene. Herêma me hewcedariya fêkiyan zêdetir ji Îran û Mersînê peyda dike. Herêma me ji hilberîneriyê hatiye xistin. Di nava çend rojan de em ê şitlên xwe yên fêkî û sebzeyan biçînin. Di vê mijarê de hevalên me yên pispor dixebitin.  Ji ber vê divê cotkarên me di nav yekîtiyê de xwe rêxistin bikin. Li bajar em ê nêzî 50 sereyan ava bikin, ev wê li malbatên mexdurên şer bên belavkirin. Fêkî û sebze wê bi rêya navbeynkaran li gelê me bê belavkirin.

WÊ KEWAR BÊN BELAVKIRIN

Cengîz anî ziman ku di mijara mêşvaniyê de jî li Westanê li 4 gund û 8 mezrayan xebatan dimeşînin û got: “Li van deran li gundên me yên hatine valakirin, bi şêweyeke koperatîfî wê rêxistinî bê kirin û kewar bên belavkirin. Di vê mijarê de jî em ê bi hevalên pispor re xebatê bimeşînin. Piştî me lingê wê yê civakî ava kir, em ê kooperatîfa mêşvaniyê ava bikin. Herêma Geliyê Qarqaran a Westanê ji bo vê gelek di cih de ye.”

EM Ê MECLÎSÊN XWE YÊN AVÊ AVA BIKIN

Cengîz ragîhand ku wê li Kurdistanê meclîsên xwe avê ava bikin û wiha berdewam kir: “Bi saya van meclîsên ku em ava dikin re, wê wekhev bê parvekirin. Niha gundên me avê jî bi hev re parve nakin. Ev pirsgirêkek cidî ye, em ê çareser bikin.”

Cengîz got ku feraseta aboriyê ya KCD û Tevgera Kurd, aboriya ku piştevaniyê esas digire û ew aliyên civakî yên bê derfet li ber çavan digirin û xebatan dimeşînin, ew tiştên ku dewlet û sermaye pêşkêş dike red dikin.