Şervanê YPG'ê Tûnç ji aliyê bi hezaran kesî ve hat oxirkirin

Şervanê YPG'ê Şoreş Tûnç ê li Kobanê di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da, ji aliyê bi hezaran kesî ve bi merasîmekê hat veşartin.

Şervanê YPG'ê Şoreş Tûnç ê li Kobanê di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da, ji aliyê bi hezaran kesî ve bi merasîmekê hat veşartin.

Şervanê YPG'ê Şoreş Tûnç (Şoreş Agir) ê di şerê azadkirina gundên Kobanê ya li dijî DAIŞ'ê 25'ê Adarê de jiyana xwe ji dest da li Amedê hat definkirin. 

Cenazeyê Tûnç ê ku şevê din ji Morga Midûriyeta Şaredariya Bajarê Mezin ji aliyê girsaya ku Hevserokên DBP’ê yên Amed û navçeyan, MEYA-DER, hevşaredarên navçeyên Amedê, Dayikên Aştiyê jî di nav de hate hilgirtin û anîn mizgefta Hz. Muhammet a Rezan. Piştî wecîbeyên olî cenaze li ser milan bi dirûşmên “Kurdistan wê ji DAIŞ’ê re bibe goristan” “Qatil DAIŞ hevkar AKP” “Ey şehîd xwîna te li erdê namîn” “Şehîd namirin” anîn Goristana Şehîdlikê ya Rezan. 

Piştî definkirina cenaze ji bo cangoriyên têkoşîna azadiyê  deqeyek rêz hat girtin û sirûda “Çerxa şoreşê” hate xwendin. Piştre Hevserokê DBP’ê yê Amedê Alî Şîmşek axivî diyar kir ku ciwanên ku canê xwe feda kirine ji polîtîkayên qirêj ên li dijî Rojhilata Navîn re gotine “bes e.”

Li ser navê malbatê jî kalê Tûnç, Zekî Tûnç axivî û anî ziman ku neviyê wî şehîdê hemû gelê kurd de û wiha got: “Eger Şoreş ne şehîdê we hemûyan bûya, karê we li vir çi ye?”

Piştî merasîmê ji bo sersaxiyê girse bi hev re derbasî Mala Şînê ya Dêrikê bû.