KURDISTAN
Meclisa Gel a Şengalê û Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) bi daxuyaniyekî bernama 12’emîn salvegera Fermana 3’yê Tebaxê eşkere kirin. Wê 10 rojan li Sûka Serî ya Şengalê çalakiyên bîranînan bên lidarxistin.
Xelkê Xaçortê ku li dijî zêdebûna firotina tiryakê li taxên xwe di destê wan de dar û nobetê digirin, diyar kir ku ew ji bo parastina siberojê li wir in û got, ew ê têkoşînê bidomînin.
Dûran Kalkan diyar kir ku neguhertina mercên li Îmraliyê baweriya bi pêvajoyê lawaz kiriye û got, guhertina qanûnî eger mercên kar û jiyana azad û siyaseta demokratîk a Rêber Apo li xwe negire, wê neyê qebûlkirin.
Rêveberiya Tevgerê: Li gorî xwezaya pirsgirêkê ya ku tê xwestin bê çareserkirin, divê qanûnek bê derxistin ku ji Rêbertî heta bi şervanan her kesî tevlî siyaseta demokratîk bike ku azadiya fikrî û rêxistinbûnê lê tam e.
KCK'ê di salvegera Şoreşa Rojava de daxuyanî da û got, "Gelê Rojavayê Kurdistanê destketiyên xwe hemû li ser xeta Rêber Apo bi dest xistiye. Wê ji niha û pê ve jî destketiyên xwe li ser xeta Rêber Apo biparêze û bi pêş ve bibe."
Hemû Nûçe
-
-
-
Operasyona bîranîna Şehîdên Hesekê: 48 çete hatin kuştin
Hêzên YPG/YPJ'ê, ji bo bîranîna Şehîdên Hesekê, duh li Kobanê derketin operasyonê û di encama çalakiyên xwe yên bi bandor de 3 gund, 2 girên stratejîk rizgar kirin. YPG'ê diyar kir ku di operasyonê de herî kêm 48 çete hatine kuştin.
-
-
Li Metîna Newroz bi coşek mezin hat pîrozkirin
Bi rojane li Herêmên Parastinê yên Medyayê gerîlayên HPG-YJA Star'ê bi coşek mezin cejna Newrozê pîroz dikin. Newroz vê carê jî li herêma Metîna bi beşdariya bi hezaran kesî hat pîrozkirin.
-
-
-
-
-
-
-
-
Kobanê bû pirtûka lehengan
Koma Helebê ya bi berxwedana Kobanê re ji Helebê hat û tevlî pevçûnên li nava bajêr bû, bû yek ji hêzên ku bi hînkirina taktîka şerê bajêr re rêveçûna şer guherand. Ji wê hêzê tenê 4 kes mane.
-
-
Li Til Temir û Serêkaniyê pevçûnên dijwar
Li Serêkaniyê û Til Temir ên Kantona Cizîrê, ji ber êrîşên çeteyan pevçûnên dijwar diqewimin. Hat ragihandin ku li Til Temirê herî kêm 12 çete hatine kuştin, li Serêkaniyê jî panzereke çeteyan hatiye rûxandin.
-
-
YPG'ê ji bo bîranîna 'Şehîdên Hesekê' operasyon pêk anî
Di parçoveya pêngava paqijkirina Kobanê ji çeteyan de YPG/YPJ'ê ji bo bîranîna 'Şehîdên Hesekê' dest bi operasyonê kirin. Di vê operasyonê de 5 çete hatin kuştin. Di nava 27 saetên dawî de tevî cenazeyê 27 çeteyan gelek cebilxane ketin destê YPG'ê.
-
Heyeta Newrozê ya Toulouse çavdêriyên xwe parve kir
Heyeta ji bajarê Toulouse ji bo şopandina Newrozê çû Pirsûs û Amedê çavderiyên xwe bi civînek çapemeniyê parve kirin. Chrîstîna Rosemberg a di heyetê de cih girt ji bo hilbijartinên 7’ê Hezîranê bang li hemû kesî kirin ku piştgiriyê bidin HDP’ê.
-
Li Serêkaniyê pevçûnên dijwar
Li gundê Til Xenzîr ê li rojavayê Serêkaniyê, pevçûnên dijwar di navbera hêzên YPG/YPJ’ê û çeteyên DAIŞ’ê diqewimin.
-
Zaroka Tebaxê Berxwedan
Di rojên ku çeteyên DAIŞ’ê êrîşî Şengalê kirin de Berxwedan hatiye dinê û ji zilma ku gelê wê lê rast hat bi înad bi çavên xwe yên ken li pêşerojê dinêre.
-
Lûzern û Bîel kongreyên xwe yên NCDK lidar xistin
Navendên Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) ên Lûzern û Bîelê, kongreyên xwe yên duyemîn lidar xistin û lez dan xebatên xwe yên dema nû. Di axaftinên li kongreyan de peyama Ocalan a li Newroza Amedê hat xwendin hat silavkirin.
-
'Ji Lênûskê Qîrînek' hat nîşan dan
Lîstika nû ya koma Şanoya Çiya ya ser bi Akademiya Çand û Hunerê ya Şehîd Sefkan a TEV-ÇAND'ê ya bi navê 'Ji Lênûskê Qîrînek' hat nîşandan.
-
‘Piştî Seyfo me muzîk û folklora xwe ji bîr kir’
Yek ji rêveberên Komelaya Çanda Mezopotamya ya li Swêdê hatiye avakirin Suleyman Boyaci, diyar kir ligel ku di ser Seyfo de 100 sal derbas bûye jî gelê Sûryanî hê di şînê de ye û travma ji ser xwe navêtiye.
-
-