Li Serêkaniyê û Til Temir ên Kantona Cizîrê, ji ber êrîşên çeteyan pevçûnên dijwar diqewimin. Hat ragihandin ku li Til Temirê herî kêm 12 çete hatine kuştin, li Serêkaniyê jî panzereke çeteyan hatiye rûxandin.
Li gorî agahiyên ji herêmê hatin bidestxistin, duh di danê êvarê de li gundên Til Nesrî û Til Hefyan ên başûrê Til Temir di navbera hêzên hevbeş û çeteyên DAIŞ ê de pevçûn derketin. Di van pevçûnan de 5 çete hatin kuştin, wesayîteke doçka 14.5 li ser û motorsîkletek hatin rûxandin.
Li aliyê din hate gotin li nêzî gunên Til Xerîta, Til Hirmiz û Til Mecdel ên li başûr-rojhilatê bajarê Til Temir pevçûn derketin. Hate gotin ku di van pevçûnan de jî 7 çete hatin kuştin, her wiha wesayîteke çeteyan ku doçka li ser bû û 2 motorsîkletek hate derbkirin.
Li gundê Menacîr a rojavayê bjarê Til Temir jî hêzên YPG/YPJ ê bendozerek çeteyan hedef girt. Bendozer hate derbkirin. Li vê herêmê cih bi cih pevçûn didomin.
LI SERÊKANIYÊ PANZÊREKE ÇETEYAN HAT RÛXANDIN
Wekî din, şervanên YPG’ê di şer û pevçûnên li derdora gundê Til Xenzîr ê 25 kîlometreyan li rojavayê Serêkaniyê ye, panzêreke çeteyan rûxandine.
Li gorî çavkaniyekî YPG’ê insiyatîfa şer di destê şervanên YPG’ê de ye. Şer û pevçûn li derdora gundê Til Xenzîr heta niha bi dijwarî didomin.
Çeteyên DAIŞ’ê îro di seat 03.00’an de êrîşî gundê Til Xenzîr kiribû û li ser vê yekê jî şervanên YPG’ê bersiv dan û di navbera wan û çeteyan de pevçûn rû dan.