‘Piştî Seyfo me muzîk û folklora xwe ji bîr kir’

Yek ji rêveberên Komelaya Çanda Mezopotamya ya li Swêdê hatiye avakirin Suleyman Boyaci, diyar kir ligel ku di ser Seyfo de 100 sal derbas bûye jî gelê Sûryanî hê di şînê de ye û travma ji ser xwe navêtiye.

Yek ji rêveberên Komelaya Çanda Mezopotamya ya li Swêdê hatiye avakirin Suleyman Boyaci, diyar kir ligel ku di ser Seyfo de 100 sal derbas bûye jî gelê Sûryanî hê di şînê de ye û travma ji ser xwe navêtiye. Boyaci  got: “Piştî Seyfo di dawetên me de jî muzîk nehat lêdan. Ev gelek bi êşe. Me muzîk û folkolara xwe ji bîr kir. Pêkanîna van wek bêrêzdariyeke li dijî kesên jiyana xwe ji dest dan, hat dîtin.” Me bi Boyaci re li ser mijara qirkirinê gotarek pêk anî.

Qirkirina Ermeniyan a di 1915’an de pêk hat dihat zanîn lê ligel vê qirkirina li ser Suryaniyan heta çend sal berê nedihat zanîn. Hûn dikarin sedemên vê bêjin?

Em Sûryanî zêdetir li bejahiyan bûn, Ermenî li metropolan bûn. Osmaniyan giranî li bajaran kir û girîngî neda bejahiyan. Dewletê xwe li bajarên mezin da hîskirin û heta 30-40 sal berê li bejahiya Midyadê dewlet tinebû.

Ji ber vê sedemê bûyerên li bajarên mezin hatin jiyîn ketin bin qedan, lê yên bejahiyan ji ber tam nedihat zanîn neket arşîvan. Qirkirin li dijî Ermeniyan hat destpêkirin lê hemû Xiristiyan girtin nav xwe. Di wan salan de di navbera Ermenî û Suryaniyan de lihevkirinek hebû. Li cihê ku Suryanî kêmar bûn, Ermeniyan, li cihê ku Ermenî kêmar bûn Sûryaniyan wê Ermenî temsîl bikira.

Li bajaran ji ber ku Ermenî zêde bûn û em jî temsîl dikirin di qirkirinê de Sûryaniyên ku hatin qetilkirin jî wek Ermenî hatin gotin. Rayedarên dewleta Tirk dem bi dem digotin li dijî Suryaniyan komujî pêk nehatiye. Di vî alî de rast e, qirkirin li dijî Ermeniyan hat destpêkirin û piştre em hemû girtin nav.

Bi salan behsa qirkirina Suryaniyan nehat kirin, hûn vê çawa dinirxînin?

Suryanî gelekî ku bi polîtîkayê re eleqeder nedibûn. Polîtîkbûn û şiyarbûna neteweyî di navbera Suryaniyan de gelek nû ye. Em ji ber ku rastî qirkirinê hatibûn me di navbera xwe de şîn girêdabû. Gelek sedemên vê hene. Beriya her tiştî bi Suryaniyan re hişmendiyek siyasî tinebû. Gelê Suryanî di nava tirsê de bû. Travmayek mezin dijiya. Ji tirsan behsa seyfo nedikirin. Bi me re polîtîkbûn piştî ku em derketin Ewropayê destpê kir. Li erdnîgariya em jiyan siyasîbûn çêbû. Tevgerên neteweyî û çinî derketin holê. Vê bandor li me jî kir. Bi taybet jî têkoşîna Tevgera Azadiya Kurd bandorek mezin li me kir. Gelek Suryaniyan di nava tevgera Azadiya Kurd de cih girt. Lê polîtîkbûna me ya esas piştî hatina me ya Ewropa çêbû. Dema em hatin Ewropayê ji me dipirsin çi hatiye serê me, me jî digot em Xiristiyan in. Lê dixwestin hîn bibin ku em Kurd, Ereb an jî Tirk in. Ev pirs bû sedema ku nasnameya me diyar bibe. Di salên 1970’ê de nîqaşên Asûrî-Suryanî destpê kir. Hinekan îdîa kirin ku em Asûrî, hinekan gotin Suryanî ne. Krîza wê rojê derket holê hê nehatiye rakirin. Li Ewropayê pirsgirêkek nasnameyê derket holê.

Di heman demê de meseleya qirkirinê jî ket rojeva me. Li Brukselê yekem car di navbera salên 1997-98’ê de bi armanca protestokirina Seyfo me greveke birçîbûnê ya 10 kes tevlî bibûn da destpêkirin. Di wê demê de me hewl da em hinek tiştan bi Ermeniyan re bikin. Lê ew zêde bi daxwaz tevnegeriyan.

Hûn vê helwesta Ermeniyan çawa dinirxînin?

Ermeniyan dema qirkirina 1915’an anîn rojevê behsa me nekirin û behsa Pontus Rûman nekirin. Tenê behsa xwe kirin. Ez vê rast nabînim. Di nava gelê me de mixabin zêde rewşenbîr tinene. Ji bo lêkolînkirina qirkirinê kêm man. Her wiha derfetên me bi sînor bûn. Ji ber van hemû sedeman me Seyfo zêde belav nekir. Sedema din a vê jî ji ber ku dewleta me tinebû.

Bandora qirkirinê ya li ser gelê Suryanî çi bû?

Ligel di ser Seyfo de 100 sal derbas bûye jî em hj di şînê de ne. Piştî Seyfo me di dawetên xwe de muzîk lê neda. Ev gelek bi êşe. Me folklor û muzîka xwe ji bîr kir. Pêkanîna van wek bêrêzdariyê li dijî kesên di Seyfo de jiyana xwe ji dest dane hat dîtin.

16 xizmên dapîra min di qirkirinê de hatin qetilkirin. Dema biçûk bûm min destê wê girt ez reqisîm. Dapîra min li min xeyîdî û rondik barand. Got; me evqas can da ti çawa bi min re direqisî. Em hê ji vê psîkolojiyê rizgar nebûne. Em ken, kêfxweşî û xwarinê ji xwe re zêde dibînin. Vegotina van hestan gelek zehmet e. Van hemû bi me re kêmasî û tirs afirand. 

Bi wesîleya 100.salvegera komkujiyê hûn çi xebatan dimeşînin?

Me wek komele û desteyên Asûrî-Suryanî platfomek ava kir. Di van platforman de Ermenî û Pontos Rûm cih digirin.  Em ê gelek çalakî û bernameyan bi hev re bikin. Di 24’ê Nîsanê de wê çalakiyek hevpar pêk bê. Em ê gelek semîner û konferansan pêk bînin. Bêguman wê di parlamentoyê de jî konferans hebin.

Bi wesîleya 100. Salvegerê ji DYA û welatên Ewropa bendewariyên we çi ne?

Li DYA’yê hêza Suryaniyan zêde tine. Yê Ermeniyan jî hêz û hewldanên wan hene. DYA û welatên Ewropa divê qirkirina li Ermenî û Suryaniyan hatiye kirin qebûl bikin û her wiha ji bo dewleta Tirk qirkirinê qebûl bike divê zextan bike. Lê ji bo pêkanîna vê hewldanên me pêwîst in. 

Daxwaza we ji Tirkiyeyê çi ye?

Em wek gel hatin asta tinebûnê. Me her tiştê xwe, xaka xwe û pêşeroja xwe winda kir. Dest danîn ser nirxên me yên dîrokî.  Niha li Tirkiyeyê 30 hezar Suryanî mane. Ligel 100 sal di der komkujiyê re derbas bûye jî me bi dewleta Tirk re li hev nekir. Ji bo em lihev bên û pêşî li komkujiyên nû bigirin û birîn bên kewandin divê Tirkiye Seyfoyê qebûl bike.