Gelê Yenîşehîrê pêşniyarên xwe yên ji bo pêvajoyê anî ziman

Şaredariya Yenîşehîrê tax ziyaret kir, li pirsgirêkên gel guhdarî kir û li pêşniyarên gel ên ji bo pêvajoya çareseriyê guhdarî kir.

Şaredariya Yenîşehîrê tax ziyaret kir, li pirsgirêkên gel guhdarî kir û li pêşniyarên gel ên ji bo pêvajoya çareseriyê guhdarî kir.

Hevşaredarê Yenîşehîrê Selîm Kûrbanoglû û endamên Meclîsa Şaredariyê taxên Dîcle û Ferît Koşk ziyaret kirin û li pirsgirêkên gel guhdarî kirin. Di civînê de nêrîn û pêşniyarên gel ên ji bo pêvajoya çareseriyê hatin wergirtin.

Kûrbanoglû ji şêniyên taxan re axivî û got, "Gelê Kurd di Newroza 2015'an de daxwaz û biryardariya xwe ya ji bo pêvajoya aştiyê careke din li qadan aniye ziman. Ev asta çareseriyê encameke rêxistinbûyîna gelê Kurd e. Divê tevahiya cîhan qîrîna gelê me ya ji bo aştiyê bibihîze."