Gerîlayên li Garzanê jiyana xwe ji dest dan hatin bîranîn
15 gerîlayên jin ên di sala 2012'an de li qada Garzanê jiyana xwe ji dest dan, di salvegera ji dest dayîna jiyanê de, bi merasîmekê hatin bîranîn.
15 gerîlayên jin ên di sala 2012'an de li qada Garzanê jiyana xwe ji dest dan, di salvegera ji dest dayîna jiyanê de, bi merasîmekê hatin bîranîn.
15 gerîlayên jin ên di sala 2012'an de li qada Garzanê jiyana xwe ji dest dan, di salvegera ji dest dayîna jiyanê de, bi merasîmekê hatin bîranîn.
Di 24 Adara 2012'an de artêşa Komara Tirkiyeyê êrîşê wargeheke gerîlayên YJA Star'ê yên ku li Garzanê di qada Şêx Cûma de bicih bûbûn kiribû. Di vê êrîşê de her 15 gerîlayên jin 2 rojan bi berxwedanî şer kiribûn û jiyana xwe ji dest dabûn. Di pevçûna qewimî de hêzên artêşa Tirk çekên kîmyewî û tevahî teknîka xwe bikar anîbû. Li hemberî vê gerîlayên jin berxwedaniyek mezin nîşan da bûn.
Di 3. salvegera vê bûyera li Garzanê qewimî de her 15 gerîlayên jin ji aliyê gerîlayên YJA Star û HPG'ê ve bi merasîmeke leşkerî ve hatin bibîranîn. Yek ji fermandara Biryargeha Navendî ya YJA Star'ê Hemrîn Dêrsim û fermandarên YJA Starê Sozdar Mardîn û Raperîn Mûnzûr jî tevlî merasîmê bûn.
Hemrîn Dêrsim di merasîma bîranînê ya ku li Şehîdgeha Şehîd Hesan axivî û diyar kir ku di şexsê endama Konseya leşkerî ya YJA Starê Arjîn Garzan de, têkoşîn û berxwedana 15 gerîlayên jin îro bi berxwedaniya Rojava û Kobanê re tacîdar bûye. Ev azadbûyîn û berxwedaniya jinê bûye malê tevahî cîhanê.
"TI ÊRÎŞ WÊ NIKARIBE EŞQA ME YA AZADIYÊ BIDE SEKINANDIN"
Dêrsim da xuyakirin cangoriyên Garzanê yek ji mînakên bê hempa ya milîtaniya jinê ya ku têkoşîna 40 salî ya azadiyê derxistiye holê ye, rêya ku jiyana azad diafrîne nîşan dane. Her wiha dest nîşan kir ku heta ev ruh bê jiyîn, azadî misoger e û bi van gotinan berdewam kir; "Ruhê azadiyê yê ku bi Sara'yan destpê kir di şexsê rêheval Arjîn Garzan de berdewam kiriye û her 15 rêhevalên me yên jin bûne sembola xeta berxwedaniya jinê. Çiqas êrîş pêş bikeve, bila pêş bikeve, ev êrîş ji ku tên bila bên, kes nikare eşqa me ya azadiyê bide seknandin."
ŞEHÎDÊN HESEKÊ HATIN BÎRANÎN
Hemrîn Dêrsim komkujiya ku di Newroza Hesekê de rû da şermezar kir û wiha got; "Êrîşên çete û hêzên paşverû yên ku hewl didin agirê Newrozê û coşa gelê me ya azadiyê bitemirînin, wê me neşkîne, dijberî vê wê sekneke têkoşîna layîqê kevneşopiya berxwedaniya meha Adarê derxe holê."
Dêrsim a ku bal kişand ser hefteya lehengiyê ya ku ji 21-28'ê Adarê didome, diyar kir ku ew ê têkoşîna azadiyê ya 15 gerîlayên jin ên ku di bin fermandariya Arjîn Garzan de li ber xwe dan û jiyana xwe ji dest dan dewam bikin û bibin şopdarên xeta wan a lehengiyê.
Hemrîn Dêrsim a ku yek ji fermandara Biryargeha Navendî ya YJA STAR'e bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî; "Heya ku ruhê Arjînan ên ku berdewamiya xeta Sara û Egîdane hebe, ev têkoşîna azadiyê teqez wê bê jiyîn, wê ev gel bigihe jiyana ku heq kiriye. Em soza vê didin tevahî şehîdên xwe û gelê xwe."