KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Doza Sereke ya KCK’ê wê sibe berdewam bike
Rûniştina ‘Doza Sereke ya KCK’ê’ ku 175 siyasetmedarên Kurd jê tê darizandin berdewam kir. Ji bo 7 siyasetmedarên ku tesbîta nasnameyan hate kirin. Rûniştina dozê wê sibê berdewam bike. -
Şervanê YPG’ê Ergîn ber bi rêwîtiya dawî ve hat oxirkirin
Cenazeyê Şervanê YPG'ê Jiyan Ergîn (Çiya Dêrik) ê di operasyonên Kobanê de jiyana xwe ji dest da li Dêrikê hate definkirin. -
Baluken: AKP û TSK îtîfaqa bêdengiyê kirin
Serokwekîlê Koma HDP’ê Îdrîs Baluken di pêşniyarpirsa têkildarî mudaxelekirina karên siyasî ya ji aliyê artêşê ve, pêşkêşî meclîsê kir de got: “AKP û TSK îtîfaqa bêdengiyê kirine.” -
Li Kerboranê bi dirûşma, 'Kobanê rûmeta me ye’ kampanyaya alîkariyê
Şaredariya Kerboranê bi dirûşma, "Kobanê rûmeta me ye, em lê xwedî derkevin” kampanyaya alîkariyê da destpêkirin. Hevşaredarê Kerboranê Şîpçîk banga piştgiriyê li gel kir. -
NCDK a Zurichê kongreya xwe lidar xist
Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) li Zurichê, di kongreya xwe de peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan silav kir û banga destekkirina HDP'ê kir. -
Di 4'ê Nîsanê de wê meşeke girseyî li Amara bê lidarxistin
Mîna her sal îsal jî wê di 4'ê Nîsanê roja Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de li Amarayê meşeke girseyî were lidarxistin. -
Girtiyê nexweş ev 15 roj in li koxûşa mehkûman a nexweşxaneyê tê sekinandin
Girtiyê bi nexweşiya giran Habîl Emen ê ji Girtîgeha Kiriklarê rakirin nexweşxaneyê, bi hinceta 'nexweşên rewşa wan lezgîn hene' ji aliyê nexweşxaneyê ve nayê emeliyatkirin. Eger Emen neyê emeliyatkirin, xeterî heye ku felç bibe. -
Li derdora Qereqozaxê 24 çete hatin kuştin
Di roja 189. a berxwedana Kobanê de li derdora Qereqozax a li başûrrojavayê Kobanê pevçûnên dijwar qewimîn. Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê diyar kir ku li vê derê 24 çeteyên DAIŞ'ê hatine kuştin û hemû êrîş hatine şikandin. -
YPG: Li Kantona Cizîrê yek jê serçete 13 çete hatin kuştin
Li rojavayê Kantona Cizîrê, di encama çalakiyên YPG/YPJ'ê de çeteyên DAIŞ'ê duh jî derbên giran xwarin. YPG'ê diyar kir ku di pevçûnên duh de, serçeteyek jî di nav de herî kêm 13 çete hatine kuştin. -
Hevserokên Mêrdînê bi 25 wesayîtan diçin Kobanê
Federasyona Rojava ya Mêrdînê di 25’ê Adarê de bi konvoyeke alîkariyê ya 25 wesayîtan di serî de Kobanê dikevin Rojava. -
Agahiya nasnameya gerîlayekê hat aşkerakirin
HPG’ê nasnameya gerîlaya bi nasnav Derya Zebarî ku di 2012’an de jiyana xwe ji dest daye aşkera kir. -
Ahmet Turk: Birêz Ocalan careke din firsenda dîrokî pêşkêş kir
Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk da xuyakirin, ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi peyama xwe ya Newrozê re careke din firsenda dîrokî pêşkêş kiriye. -
Şehîdên Newroza 2015'an ji aliyê bi hezaran kesî ve hatin oxirkirin
Cenazeyên Şehîdên Newroza 2015’an ji aliyê bi hezaran kesên ku rêveber û endamên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û hemû partiyên siyasî jî di nav de bûn ve bi dirûşmeyan hatin oxirkirin. Di merasîmê de girîngiya yekîtiyê hat destnîşankirin. -
Li Den Haagê ji Ocalan re azadî û ji bo HDP’ê jî piştgirî hat xwestin
Di pîrozbahiya Newrozê ya bajarê Den Haagê de li ser rola Kurdan a li Rojhilata Navîn hat sekinandin û azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat xwestin. Di pîrozbahiyan de ji bo hilbijartinên 7’ê Hezîranê banga piştgiriya HDP’ê hat kirin. -
Newroz li Toronto hat pîrozkirin
Li bajarê Kanada Torontoyê Newroz bi şahiyekê hat pîrozkirin. -
Tevî astengiya pêşmergeyan ji girseya gel diçe Metîna
Girseya gel a dixwaze tevlî pîrozbahiya Newrozê ya li Metîna bibe, tevî astengiya pêşmergeyên PDK'ê jî, derbasî qadê dibe. -
Cenazeyê Ergîn ê YPG’î şandin Dêrikê
Şervanê YPG’ê Jiyan Ergîn (Çiya Dêrik) ku li Kobanê birîndar bû û anîn Rihayê jiyana xwe ji dest da şandin Dêrik a Mêrdînê. -
Ji DBP'ê banga xurtkirina têkoşîna li dijî HES'ê
Navenda Giştî ya Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) der heqê Santralên Hîndroelektrîk (HES) de daxuyaniyeke nivîskî weşand. -
'Di vê demê de tevlîbûna li nava refên gerîla berpirsyariyeke dîrokî ye'
Di pîrozbahiya Newrozê ya ku li merasîma girtinê ya dewreya Şervanên Nû rast hat de, endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan peyivî û destnîşan kir, ku di demeke bi vî rengî de tevlîbûna li nava refên gerîla berpirsyariyeke dîrokî ye. -
YPG'ê nasnameya cangoriyekî xwe aşkera kir
YPG'ê bi daxuyaniyê ragihand ku şervanê wan Bîlen Edîş bi nasnav Leheng Rojîn, di 28'ê Kanûna 2013'an de li Til Hemîsê jiyana xwe ji dest daye. -
Kişanak û Anli ji gel re spas kirin
Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli, ji ber tevlîbûna li pîrozbahiyê û geşkirina agirê Newrozê, spasiyên xwe pêşkêşî gel kirin. -
PDK nahêle gel biçe Newroza Metîna
PDK destûrê nade derbasbûna gelê ku dixwaze biçe pîrozbahiya li Metîna ya girêdayî Herêmên Parastinê yên Medya. -
Newroz li Odessa hat pîrozkirin
Cejna vejînê Newroz li bajarê Odessa yê Ûkraynayê hat pîrozkirin. -
KCK: Hesabê komkujiya Hesekê wê were pirsîn
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê, komkujiya faşîstên DAIŞ'ê ya li Hesekê bi hêrseke mezin şermezar kir. KCK'ê şehîdên Hesekê bibîr anî, ji malbatan û tevahiya gelê Kurdistanê re sersaxî xwest. -
Baydemîr: Divê gelê Kurd heviyê ji kesî neke
Osman Baydemîr di pîrozbahiyên Newrozê de bang li Kurdên Anatolyaya Navîn kir û got ku ew naxwazin Kurdekî li ber deriyê AKP’ê bibînin û bang li hemû Kurdan kir ku dengên xwe bidin HDP’ê.