YPG: Li Kantona Cizîrê yek jê serçete 13 çete hatin kuştin

Li rojavayê Kantona Cizîrê, di encama çalakiyên YPG/YPJ'ê de çeteyên DAIŞ'ê duh jî derbên giran xwarin. YPG'ê diyar kir ku di pevçûnên duh de, serçeteyek jî di nav de herî kêm 13 çete hatine kuştin.

Li rojavayê Kantona Cizîrê, di encama çalakiyên YPG/YPJ'ê de çeteyên DAIŞ'ê duh jî derbên giran xwarin. YPG'ê diyar kir ku di pevçûnên duh de, serçeteyek jî di nav de herî kêm 13 çete hatine kuştin.

Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê da xuyakirin ku hêzên YPG/YPJ'ê bi berxwedana xwe re nahêlin çeteyên DAIŞ'ê li rojavayê Kantona Cizîrê bi pêş ve biçin û der barê pevçûnên duh de agahî da.

LI GUNDÊ TIL BAZÊ 8 ÇETE HATIN KUŞTIN

Navendê diyar kir ku çeteyan duh bi şev êrîşî gundê Til Baz ê li herêma Til Xerîta ya di navbera Til Temir û Hesekê de kirin û di encama destwerdana hêzên YPG/YPJ'ê de pevçûneek dijwar qewimî ye. Hat ragihandin ku di encama vê pevçûnê de êrîşa çeteyan hatiye şikandin û 8 çete hatine kuştin, 4 çete jî birîndar bûn.

KONVOYA ÇETEYAN HEDEF HAT GIRTIN: YEK JÊ SERÇETE 5 ÇETE HATIN KUŞTIN

Di dewama daxuyaniyê de hat gotin ku çeteyên DAIŞ'ê duh piştî nîvro êrîşî gundê Til Nasir ê li rojavayê Til Temirê kirine û hat destnîşankirin, ku hêzên YPG zû bi êrîşê hesiyane û konvoya çeteyan hedef girtine. 

Li gorî daxuyaniyê, 3 wesayîtên çeteyan hatine rûxandin û 5 çete hatine kuştin, 2 çete jî birîndar bûne. Hat ragihandin ku yek ji çeteyê hatiye kuştin, serçeteyeke.