Agahiya nasnameya gerîlayekê hat aşkerakirin
HPG’ê nasnameya gerîlaya bi nasnav Derya Zebarî ku di 2012’an de jiyana xwe ji dest daye aşkera kir.
HPG’ê nasnameya gerîlaya bi nasnav Derya Zebarî ku di 2012’an de jiyana xwe ji dest daye aşkera kir.
HPG’ê nasnameya gerîlaya bi nasnav Derya Zebarî ku di 2012’an de jiyana xwe ji dest daye aşkera kir. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Berpirsyariya dewrî me kiriye ev e ku Yekîtiya Neteweyî bi lez gelê me di asteke xurtir de bînin cem hev û ev jî wê serketina têkoşîna me pêk bîne. Bi hişmendiya vê peywirê em şehîd Deryayê bi rêz bibîr tînin û soza xwe ya girêdayîna têkoşîna wê dubare dikin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê nasnameya gerîlayeke jin a di 2012’an de jiyan xwe ji dest daye aşkera kir. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Têkoşîna me ya azadiya Kurdistanê, hemû yekîtiya eteweyî û yekbûyînê bi berpirsyarî û hişmendiya peywirek mezin pêşwazî dike. Ev têkoşîna dîrokî ya bi heybet îro gelê Kurd veguhertiye xwedîderketinek mezin. Hevala Derya ku ji Başûrê Kurdistanê tevlî refên me bû û di hişmendiya berpirsyariya dîrokî de derbasî tevgerê bû, di 2008’an de tevlî refên gerîla bûye.”
Daxuyaniya HPG’ê wiha berdewam kir: “Hevala Derya Zebarî-Pervîn Ramadan wek qîrîna jina Kurd a Başûrê Kurdistanê di têkoşîna azadiyê de cihê xwe girtiye û bi biryarek mezin geşedanên girîng derxistiye holê. Bi hişmendiya berpirsyariyeke mezin têkoşîna xwe meşandiye û bi sekna xwe ya biryar, bûye xwedî seknek tevlîbûnê esas digire û di têkoşîn û lêgerînê de israr dike.
Hevala Derya ku navê serhildana li dijî her cureyê paşverûtiya li dijî jinê bû, têkoşîna azadiya jinê wek têkoşîna ku dest jê nayê berdan dîtiye û xwe bi awayekî xurt perwerde kiriye û guherîn û geşedanên di kesayeta xwe de pêk aniye bi hevalên xwe yên têkoşînê re parve kiriye. Bi taybetiyên xwe yên kesane hatiye hezkirin û rêz dîtiye. Hevala Derya di 7’ê Îlona 2012’an de li Herêmên Parastinê yên Medya li herêma Metîna di êrîşeke artêşa Tirk de şehîd ketiye.
Hevala Derya ji bo yekîtiya neteweyî û yekbûyina gelê Kurd têkoşînek mezin daye û di nava şehîdên azadiyê de cihê xwe girtiye. Berpirsyariya ku wê dewrî me kiriye ev e ku Yekîtiya Neteweyî bi lez gelê me di asteke xurtir de bînin cem hev û ev jî wê serketina têkoşîna me pêk bîne. Bi hişmendiya vê peywirê em şehîd Deryayê bi rêz bibîr tînin û soza xwe ya girêdayîna têkoşîna wê dubare dikin.”