KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Li Hesekê li hember welatiyên Newroz pîroz dikirin êrîş
Li Taxa Miftî ya bajarê Hesekê, du teqînên cuda pêk hatin -
Ji 7 zarokên di Newroza Wanê de winda bûn agahî nayên girtin
Hat ragihandin ku piştî êrîşa polîsan a li hember pîrozbahiya Newrozê ya Wanê de ku bûyeran rû, 7 zarok winda bûn. -
Gerîla li Silêmaniyê bi coşeke mezin hatin pêşwazîkirin
Newroz li Silêmaniyê bi merasîmekê hate pîrozkirin. Gerîlayên HGP/YJA Star û Pêşmerge tevlî merasîmê bûn. Gerîla bi coşeke mezin hatin pêşwazîkirin. -
Şervanê MLKP’ê Sînan Sagir şehîd ket
Şervanê MLKP Sînan Sagir li Serêkaniyê ya girêdayî Kantona Cizîrê ya Rojava jiyana xwe ji dest da. -
Li Parlamentoya Danîmarkayê Resepsiyona Newrozê
Li Parlamentoya Danîmarkayê Resepsiyona Newrozê hate lidarxistin. -
Tuncel: Êdî ti kes nikare pêşiya gelê Kurd bigire.
Parlamentera HDP’ê Sebahat Tuncel di pîrozbahiya Newroza Semsûrê de got: "Êdî ti kes nikare pêşiya gelê Kurd bigire. Gelê Kurd ber bi azadiyê ve diçe." -
Komek mîmar û muhendîsên Tirkiyeyî hatin Kobanê
Serokê Yekîtiya Odeyên Mîmar û Muhendisên Tirkiyeyê (TMMOB) Mehmet Soganci, bi komek endezyaran re derbasî Kobanê bû û bi rayedarên Rêveberiya Xweser a Kobanê re hevdîtin pêk anî. -
Çavên Kobaniyên ku wê agirê azadiyê pêbixin li Amedê ne
Gelê Kobanê jî wê sibe Newrozê pîroz bike. Hate diyarkirin ku wê çav û guhên Kobaniyan jî Newroza Amedê ku wê sibe pêk bê û wê peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê xwendin be. -
Demîrtaş: Peyama Ocalan li ser çav û ser seran
Demîrtaş ji bo peyana Ocalan a wê sibe li Amedê bê xwendin got, “Peyama tê ji niha ve li ser ser û çavên me ye. Berpirsyariya me çi be em ê bi cih bînin.” -
Suryaniyên tevlî meşa azadiyê bûn: Ji bo careke din qirkirin çênebe...
Gel û baweriyên cuda jî destekê didin Meşa ji Ocalan re Azadî ku ji aliyê gelê Botanê ve bi daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin û tevlî meşê dibin. Suryaniyên ku ji Mêrdînê tevlî meşê bûn daxwaza azadiya Ocalan dikin. -
Ji Partiya Yekîtiya Suryanî peyama Newrozê
Desteya Rêveber a Partiya Yekîtiya Suryaniyan cejna Newrozê li tevahî gelê Kurd pîroz kir. -
Turk: Em bi saya Ocalan û gerîlayan bi salan e li qadan diaxivin
Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk ê di Newroza Mêrdînê de axivî got, “Heke bi salan e em li van qadan diaxivin ev yek bi saya Birêz Ocalan û gerîlayan e." -
Çeteyên DAIŞ’ê li Kobanê 3 sivîl qetil kirin
Çeteyên DAIŞ’ê li gundê Salê yê dikeve başûrê Kantona Kobanê 3 kesên sivîl qetil kirin. -
YPG’ê nasnameya 3 şervanan aşkera kir
Navenda Ragihandina YPG’ê nasnameya 3 cangoriyên azadiyê ku di berxwedana Kobanê de jiyana xwe ji dest dane bi daxuyaniyekê aşkera kir. -
Polîsan bi bombeyên gazê êrîşî Newroz Wanê kir
Li Wanê dema pîrozbahiya Newrozê berdewam dikir, polîsan bi bombeyên gazê êrîş li koma dixwastin derkevin Qelheya Wanê kir. Dema êrîşê berdewam dikir beşek girseyê ber bi qada êrîşê pêk dihat ve çû. -
TEV-DEM: Newroz roja azadiyê ye
TEV-DEM got ku bi hatina Newrozê hemû gelên herêmê di bin sîwana YPG’ê û YPJ’ê de yekîtiya xwe li dijî çeteyên DAIŞ’ê ku nûnertiya komkujiyan û tarîtiyê dike, xurt kirin. -
Li Kobanê pêşdeçûna YPG/YPJ'ê dewam dike
Li rojhilatê Kobanê girekî stratejî ji çeteyan hat paqijkirin û herî kêm 4 çete hatin kuştin. Di pevçûnên li başûrrojhilatê Kobanê de jî 9 çete hatin kuştin. -
YPG: Li herêma Til Temir û Hesekê 6 çete hatin kuştin
Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê da xuyakirin, ku li Kantona Cizîrê êrîşên duh ên çeteyan hatine şikandin û di encamê de 6 çete hatine kuştin. -
Li Şengal û Kerkukê çalakî
Gerîlayên HPG-YJA Starê li Şengal û Kerkukê li dijî çeteyan çalakî pêk anîn. -
Pirtûka 'Li Rojava Şoreş' derket
Pirtûka Li Rojava Şoreş (Revolution in Rojava) a ji aktîvîstên Kampanya Tatort Kurdistan Anja Flach, Ercan Ayboga û Michael Knapp ve bi zimanê Elmanî hat nivîsandin, derket. -
KCD-E: Newroz divê bi heybeta 'Rêbertiya Azad, Kurdistana Azad' bê pîrozkirin
Hevserokatiya KCD-E’ê diyar ku Newroz di demeke ku Têkoşîna Azadiya Kurdan bûye hêviya gelan de tê pîrozkirin. -
PYD: Agirê Kawayê Hesinkar dadaye hînê vêketî ye
Komîteya Rêveber a Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) cejna Newrozê li hemû gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn pîroz kir. -
Ji DBP’ê banga tevlîbûna Newrozê
Hevserokên DBP’ê Newroz pîroz kirin û meşa ku bi daxwaza azadiya Ocalan hatiye destpêkirin jî silav kirin. -
YJA Star: Em agirê Newrozê geş bikin
Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê, bi ruhê şoreşa jinê cejna vejînê ya Kurdan û hemû gelên Rojhilata Navîn û cîhanê pîroz kir û bang li jin û ciwanan kir ku agirê Newrozê geş bikin. -
Cenazeyê Dag ê YPG'yî anîn Rihayê
Cenazeyê şervanê YPG'ê Ercan Dag (Têkoşer Mêrdîn) ê di operasyona li gundê Cadê yê li başûrê Kobanê de jiyana xwe ji dest da, anîn Rihayê.