Pirtûka 'Li Rojava Şoreş' derket

Pirtûka Li Rojava Şoreş (Revolution in Rojava) a ji aktîvîstên Kampanya Tatort Kurdistan Anja Flach, Ercan Ayboga û Michael Knapp ve bi zimanê Elmanî hat nivîsandin, derket.

Pirtûka Li Rojava Şoreş (Revolution in Rojava) a ji aktîvîstên Kampanya Tatort Kurdistan Anja Flach, Ercan Ayboga û Michael Knapp ve bi zimanê Elmanî hat nivîsandin, derket.

Pirtûka ku beriya niha bi demeke kurt bi serenavê "Li Rojava Şoreş - Di navbera şer û ambargoyê de tevgera jinê û komunîzm" (Revolution in Rojava -Frauenbewegung und Kommunalismus zwischen Krieg und Embargo) de hat weşandin, pirtûka herî berfireh e ku heta roja îro bi zimanê Elmanî li ser Şoreşa Rojava hatiye çapkirin.

Kampanya Tatort Kurdistan a di salên bihurî de bi pirtûka bi navê "Li Bakurê Kurdistanê Ezmûnên Xweseriya Demokratîk" bal kişandibû ser xwe, vê carê aktîvîstên kampanyayê nivîskar Etnolog Anja Flach, Endezyarê Xwezayê û Aktîvîst Ercan Ayboga û dîrok nas Michael Knappbi hev re pirtûka bi navê "Li Rojava Şoreş" nivîsandin. Her sê nivîskaran ji Gulana 2014'an û pê ve çar hefteyan li Kantona Cizîrê ya Rojava lêkolîn kirin û bi vê pirtûkê re lêkolîna xwe ya berfireh pêşkêşî xwendevanan dikin.

Pirtûka ji encamên hevdîtinên berfireh û lêkolînên li qadên cuda, bi giştî ji 352 rûpelî pêk tê.

Pirtûka ku bi hevkariya VSA Verlag (weşanxane) a ser bi Weqfa Rosa-Ruxemburg û Kampanya Tatort Kurdistan ve hat weşandin, pêşketinên di Şoreşa Rojava de vedibêje.

Pêşgotina pirtûkê ji aliyê Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik ve bi serenavê "Rojhilata Navîn wê bi çi rengî ji kaosê rizgar bibe", gotina dawî jî ji aliyê Asya Ebdullah ve bi serenavê "Felsefeya Sîstema Xweseriya Demokratîk" hatine nivîsandin.

Her sê nivîskar dixwazin pirtûkê bi zimanên Îngilîzî, Tirkî, Kurdî û bi zimanên din biweşînin.

DI NEWROZA LI BONNÊ DE WÊ AMADE BE

Pirtûk wê yekemcar roja Şemiyê di pîrozbahiya Newrozê ya li Bonnê de li standa Informationsstelle Kurdistan - ISKU ve were pêşkêşkirin. Lİ standa ISKU her wiha wê nivîskarên pirtûkê jî amade bin.

Yên nikaribin ji Newroza Bonnê pirtûkê peyda bikin dikarin ji navnîşana [email protected] serlêdanê bikin û pirtûkê bixwazin. Her wiha ji navnîşana Weşaneya VSA http://www.vsa-verlag.de pirtûk dikare were peydakirin.