Gerîla li Silêmaniyê bi coşeke mezin hatin pêşwazîkirin
Newroz li Silêmaniyê bi merasîmekê hate pîrozkirin. Gerîlayên HGP/YJA Star û Pêşmerge tevlî merasîmê bûn. Gerîla bi coşeke mezin hatin pêşwazîkirin.

Merasîm, di saetên danê êvarê de, li Kolana Salim a bajarê Silêmaniyê bi coşeke mezin hate lidarxistin. Di pîrozbahiyê de ku bi deh hezaran gel beşdar bibûn, gerîlayên HPG/YJA Star û pêşmerge jî merasîmeke leşkerî li dar xistin. Her wiha tabûteke sembolîk jî ji bo bîranîna şehîdan hate rakirin.
Vekirina merasîmê ji aliyê Waliyê Silêmaniyê Aso Ferîdûn ve hate kirin û paşê merasîma leşkerî destpê kir. Di merasîma bi heybet de gerîlayên HPG/YJA Starê nêzî 2 kîlometre bi meşa leşkerî di nav kolanê Silêmaniyê de meşiyan û bi coşeke mezin ji aliyê gel ve hatin pêşwazîkirin.
Fermandarê HPG’ê yê Kerkûkê Egîd Kelar li vir bi gel re axivî, spasiya gel kir û diyar kir ku ew amade ne gelê xwe biparêzin. Kelar her wiha got: “Em ji Silêmaniyê heta Îmraliyê silavên xwe ji Rêber Apo re dişînin.”
Di merasîmê de bênavber dirûşmên, ‘Bijî gerîla, Bijî YPG, Bijî Serok Apo, Bijî Pêşmerge’ hatin gotin.