Tuncel: Êdî ti kes nikare pêşiya gelê Kurd bigire.
Parlamentera HDP’ê Sebahat Tuncel di pîrozbahiya Newroza Semsûrê de got: "Êdî ti kes nikare pêşiya gelê Kurd bigire. Gelê Kurd ber bi azadiyê ve diçe."
Parlamentera HDP’ê Sebahat Tuncel di pîrozbahiya Newroza Semsûrê de got: "Êdî ti kes nikare pêşiya gelê Kurd bigire. Gelê Kurd ber bi azadiyê ve diçe."
Li Semsûrê ligel baran û zipikê bi deh hezaran kes herikin qada Newrozê û azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwestin. Parlamentera HDP’ê Sebahat Tuncel di pîrozbahiya Newrozê de got: "Êdî ti kes nikare pêşiya gelê Kurd bigire. Gelê Kurd ber bi azadiyê ve diçe. Jinên leheng ên weke Arîn Mîrxan bi bedena xwe, xwe dan pêşiya tankan û deriyê azadiyê vekirin.”
Li Semsûrê serê sibehê ji bo pîrozbahiya Newrozê bi deh hezaran welatî herikin Qada Newrozê ya li Taxa Karapinarê. Ligel baran û zipîka ku barî welatiyan qad tijî kirin û daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirin. Li qadê alên PKK, YPG û YPJ’ê û posterên Ocalan hatin hilgirtin û dirûşmên Bijî Serok Apo", "Bijî berxwedana YPG", "Şehîd namirin" , "Silav silav ji Îmraliye re hezar silav" ve "Bê Serok jiyan nabe" berz kirin. Di pîrozbahiyê de ji 7 salî heta 70 salî gel daxwaza azadiya Rêberê PKK’ê Ocalan kirin û bi piranî tevlibûna jin û zarokan bal kişand.
Pîrozbahiyê bi rêzgirtinê ve destpê kir û sirûda “Ey Reqîb” hate xwendin. Piştî axaftina Komîteya Amedekar a Newrozê, Endama Desteya Rêveber a Navendî ya HDP’ê Huda Kaya axivî û got ku Semsûr bajareke ku li dijî zilma Nemrûd serî rakiriye. Kaya got ku Semsûrê bi berxwedaneke Îbrahîmî li dijî zaliman serî hildaye û anî ziman ku êdî hema bihevre jiyana hemû gelan hatiye.
‘BI AGIRÊ KU LI ROJAVA HATE PÊXISTIN VE AZADIYA HEMÛ GELÊN ROJHILATA NAVÎN NÊZ E’
Piştî Kaya, endamên meclîsa Dayikên Aştiyê derketin ser dikê û gel silav kirin. Piştre nameyên ji gelek girtîgehên Tirkiye û Kurdistanê hatibûn şandin hatin xwendin, Parlamentera HDP’ê Sabahat Tuncel axivî û wiha got: “Newroza hemû bindestan, yên ji bo azadiya mirovahiyê şer dikin û li ber xwe didin pîroz be. Agirê kul i Rojava hate pêxistin ve azadiya hemû Rojhilata Navîn nêz e.” Tuncel destnîşan kir ku polîtîkaya dewletê ya înkar û asîmîlasyonê têk çûye û îro şûn ve hemû kes qala berxwedana Kurdan bike. Tuncel bilêv kir ku heta pirsgirêka Kurd neyê çareserkirin wê pirsgirêka Rojhilata Navîn neyê çareserkirin û wiha berdewam kir: “Di çareseriyê de aktorên sereke Kurd in. Êdî ti kes nikare gelê Kurd bixapîne.”
ARÎN MÎRXANAN DERIYÊ AZADIYÊ VEKIRIN’
Tuncel da zanîn ku gelê Kurd ne tenê li Tirkiyeyê li hemû cihanê bûne hêza bingehîn û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Jinên Kurd ên li Rojava li dijî çeteyên dijminê mirovahiyê ne şer kirin êdî hemû kes nas dikin. Hemû lîderên cihanê li bendê bûn ku Kobanê bikeve. Di serî de jî Recep Tayyîp Erdogan siyaseta hemûyan têk çû. Êdî ti kes nikare pêşiya gelê Kurd bigire. Gelê Kurd ber bi azadiyê ve diçe. Jinên leheng ên weke Arîn Mîrxan bi bedena xwe dan pêşiya tankan û deriyê azadiyê vekirin.” Tuncel herî dawî nirxandina “Îsal bi felsefeya Birêz Abdullah Ocalan ve li Rojava. Başûr, Rojhilat û Bakur wê bibe sala serketina gelê Kurd û hemû gelên bindest û ji zaliman yek bi yek hesab bê pirsîn.”
Pîrozbahiya Newrozê piştî agirî hate pêxistin bi stranên hunermend Îbrahîm Rojhilat bi dawî bû.