Turk: Em bi saya Ocalan û gerîlayan bi salan e li qadan diaxivin

Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk ê di Newroza Mêrdînê de axivî got, “Heke bi salan e em li van qadan diaxivin ev yek bi saya Birêz Ocalan û gerîlayan e."

Li Mêrdîn û Sêrtê bi deh hezaran kesan agirê Newrozê hilkirin û daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirin. Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk ê di Newroza Mêrdînê de axivî got, “Heke bi salane em li van qadan biaxivin ev yek bi saya Birêz Ocalan û gerîlayan e."

MÊRDÎN

Li navçeya Artuklu ya Mêrdînê Newroz bi tevlîbûn hezaran kesan hate pîrozkirin. Di pîrozbahiya dîmenên xweşik hatin nîşandan ji her ziman û rengan welatiyan di pîrozbahiyê de cihê xwe girtin. Pîrozbahiyê bi axaftina Komîteya Amadekar a Newrozê dest pê kir. Hevserokê HDP'ê yê Artukluyê Nezîr Akaalp bi erebî axivî û Newroz pîroz kir. Pişt re Koma Siyabend derket ser dikê bi staran girse coşand. Pişt re parlementerên HDP'ê Erol Dora û Gulser Yildirim, Hevşarederên Bajarê Mezin ên Mêrdînê Ahmet Turk û Februniye Akyol Akay û Dayîkên Aştiyê agirê Newrozê hilkirin.

Hevseroka DBP'ê ya Mêrdînê Perîhan Agaoglu û Hevserokê HDP'ê yê Mêrdînê Musa Alkan axivîn û girse silav kirin. Parlementerê HDP'ê Erol Dora jî diyar kir ku êdî ew dixwazin Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bibînin. Parlementera HDP'ê Gulser Yildirim jî diyar kir ku êdî gotin a gel e û wiha got: "Roj roja kesên bi agirê Newrozê bedena xwe dan ber agir e. Em soz didin em dê ji bo azadiya gel û jiyana azad têkoşîna xwe bidomînin."

'HEKE EM BIAXIVIN EV YEK BI SAYA BIRÊZ OCALAN E'

Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk jî diyar kir ku êdî ew dixwazin li welatekî azad Newrozê pîroz bikin. Turk anî ziman ku bi sedan salin li ser vê erdnîgariyê kurd, ereb, suryanî bi hev re dijîn. Turk, da zanîn ku hemû gelên Kurdistanê bi hev re wekhev û azad bijîn û wiha got: "Îro ji bo çareseriya pirsgirêka kurd bi keda Birêz Abdullah Ocalan hatiye astekî gelek girîng. Berxwedana HPG, YPG û YPJ'ê li her derê hate nîşandan. Heke bi salane em li van qadan biaxivin ev yêk bi saya Birêz Ocalan û gerîlayan e." Turk anî ziman ku gelê kurd di 7'ê hezîranê de bi ser bikevin û divê hemû kes xwedî li partiya xwe derkeve.

Piştî axaftinan pîrozbahiyê bi mûzîk û govendê bi dawî bû.

SÊRT

Li Sêrtê jî ligel hewayê sar bi deh hezaran kes li Qada Newrozê hatin cem hev û Newroz pîroz kirin. Li qada Newrozê girseyê dirûşmeyên "Newroz piroz be" û "Bijî berxwedana PKK'ê" berz kirin. Piştî rêzgirtinê sruda "Çerxa Şoreşê" hate xwendin. Li qada Newrozê sînevîzyona ji dîmenên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate pêşandan. Pişt re li ser navê Komîteya Amadekar Prz. Şakîr Demîr axivî û Newroz pîroz kir. Hevserokê DBP'ê yê Sêrtê Reşît Teymur û Hevseroka HDP'ê ya Sêrtê Dîlber Sevîm Newroz girseyê pîroz kir. Dayîkên Aştiyê jî axivî û bertek nîşanî gotinên Erdogan dan. Hevserokê TUHAD-DER'ê A. Hekîm Ekîncî jî peyama girtiyan şandî xwend. Hevşaredarê Sêrtê Tuncer Bakirhan jî diyar kir ku gelê kurd bi salane ji bo azadiya xwe kedekî mezin dide.

Hevseroka KCD'ê Selma Irmak jî diyar kir ku têkoşîna azadiyê ji mirovahiyê re gelek nirx lê zêde kirin û wiha got: "Pêşengê vê felsefeyê serokê me Ocalan e. Em ji bo azadiya wî li Qada Newrozê hatin cem hev. Em Newroz wî pîroz dikin." Irmak anî ziman ku Kurdistan bi peymanên navneteweyî hate parçekirin û wiha axivî: "Êdî me bi têkoşîna xwe sînor ji holê rakirin."

'AZADIYA SEROKÊ ME GELEK NÊZ E'

Irmak axaftina xwe wiha berdewam kir: "Azadiya serokê me û hevalên me gelek nêz e. Agirê Newrozê ev rê hê bêtir ronî kiriye. We bi keda xwe rêya maseya muzakereyê vekir. Gavek ji bo azadiyê maye û lê dîsa jî rêya me dirêj e. Divê em rêxistinbûna xwe mezin bikin û meclîsên xwe ava bikin."

Piştî axaftinan pîrozbahiyê bi muzîkê û konsera Kome Çernewa û Nuraîn bi dawî bû.