Suryaniyên tevlî meşa azadiyê bûn: Ji bo careke din qirkirin çênebe...

Gel û baweriyên cuda jî destekê didin Meşa ji Ocalan re Azadî ku ji aliyê gelê Botanê ve bi daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin û tevlî meşê dibin. Suryaniyên ku ji Mêrdînê tevlî meşê bûn daxwaza azadiya Ocalan dikin.

Suryaniyên Mêrdînê bi reng û alên xwe tevlî meşa ji Ocalan re Azadî bûn. Ji kesên tevlî meşê bûne Sîmon Budak û Sanharîb Kuçukaslan têkildarî armanca tevlîbûna meşê ji ANF’ê re axivîn.

Bi ya Sîmon Budak Ocalan rêberê hemû gelên Mezopotamyayê ye. Sanharîb Kuçukaslan jî balê dikişîne ser Seyfo û diyar kir ku ji bo wan azadiya Ocalan tê wê wateyê ku êdî qirkirinên li hemberî gelan çênebin.

‘OCALAN RÊBERÊ GELÊN MEZOPOTAMYAYÊ YE’

Sîmon Budak ê ji gundê Gundik Şikro yê navçeya Nisêbîna Mêrdînê  wiha behsa armanca xwe ya tevlîbûna meşê dike: “Ocalan xwedî li pirsgirêkên Suryanî û gelên din ên bindest derdikeve. Felsefeya wî hêvî dide me, ji ber vê jî azadbûna wî ji bo çareseriya hemû gelên bindest gelekî girîng e.”

Budak Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan weke rêberê hemû gelên Mezopotamyayê da nasîn û diyar kir ku ew ji ber tevlîbûna vê meşê gelekî kêfxweş e.

Budak da zanîn ku ew ê heta Amedê tevî meşê biçe û destnîşan kir ku Kurdên tevlî meşê bûne jî hezkirin û rêzdariyeke mezin nîşanî wan didin û ji ber destekê malavahiya me dikin.

‘JI BO CAREKE DIN KOMKUJÎ ÇÊNEBE’

Sanharîb Kuçukaslan ku ji Midyadê tevlî meşê bû got: “Birêz Ocalan rêberekî wisa ye ku di nava gelên Mezopotamyayê de yekitî û biratiyê ava dike. Em wî tenê weke rêberekî Kurd nabînin, em weke rêberê gelê Suryanî û hemû gelan dibînin. Ji ber ku Birêz Ocalan ti cudahî naxe navbera gelan. Bi wekhevî nêzîk dibe.”

Sanharîb Kuçukaslan têkildarî dovîzên bi nivîsa “Her roj 1915 Seyfo ye” ku di destê wan de ye, wiha dibêje: “Ji bo me azadiya birêz Ocalan tê wateya rûbirûbûna bi qirkirinên ku çêbûne re û azadiya Ocalan tê wê wateyê ku êdî li ser vê axê careke din qirkirin çênabin. Ji ber ku li cihê ku Ocalan azad be wê bingeha qirkirinan ji holê bê rakirin. Yek ji sedemên tevlîbûna me ya vê meşê jî ev e.”