Komek mîmar û muhendîsên Tirkiyeyî hatin Kobanê
Serokê Yekîtiya Odeyên Mîmar û Muhendisên Tirkiyeyê (TMMOB) Mehmet Soganci, bi komek endezyaran re derbasî Kobanê bû û bi rayedarên Rêveberiya Xweser a Kobanê re hevdîtin pêk anî.

Heyeta ku îro di Deriyê Murşîtpinar re derbasî Kantona Kobanê bû, bi Alîkara Serokê Meclîsa Rêveber a Kantona Kobanê Bêrîvan Hesen, Serokê Desteya Kar û Barên Civakî Mehmûd Beşar û Endizyar Azad Hemî û Nezmî Mihemed re li navenda Rêveberiya Xweseriya Demokratîk hevdîtin pêk anî.
Di hevdîtinê de Bêrîvan Hesen li ser navê Rêveberiya Kantona Kobanê cejna Newrozê li mêvanan pîroz kir û xêrhatina wan kir. Bêrîvan Hesen li ser rewş jinûve avakirina Kobanê û rewşa herêmê de agahî dan heyetê.
Piştre Mehmet Soganci axivî, û wiha got: “Berxwedaniya Kobanê ji bo gelên herêmê gelekî girîng e û em wekî Endizyarên Tirkiyeyê vê berxwedanê li gelê Kobanê û li gelê Rojhilata Navîn pîroz dikin. Îro em hatin Kobanê ka çi erk dikevê ser milê me di aliyê jinûve avakirina Kobanê de. Em wekî endezyar amade ne bi hemû rengên alîkariyê, destek bidin. Em kêfxweşin ku em hatin Kobanê.”
Serokê Desteya Kar û Barên Civakî Mehmûd Beşar destnîşan kir ku berxwedana Kobanê ne tenê ji bo gelê Kobanê bu, ev berxwedanî ji bo hemû gelê herêmê bû û wiha berdewam kir: “Berxwedana Kobanê bû sembola biratiya gelan. Em di wê bawerî de ne ku gelê Tirk û Bakurê Kurdistanê wê cihê xwe di nava xebatên jinûve avakirina Kobanê de bigirin, lê em wekî Rêveberiya Kantona Kobanê xebat û nîqaşên li ser jinûve avakirina Kobanê hîn berdewam dikin. Di demên pêş de wê civînek berfireh li Kantona Kobanê were lidarxistin û biryarên jinûve avakirina Kobanê wê di civînê de werin girtin. Piştre em ê bi hev re têkevin têkiliyan.”
Piştî civînê heyet li kolanên Kobanê geriya û wê paşê derbasî Tirkiyeyê bibe.