KURDISTAN
Meclisa Gel a Şengalê û Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) bi daxuyaniyekî bernama 12’emîn salvegera Fermana 3’yê Tebaxê eşkere kirin. Wê 10 rojan li Sûka Serî ya Şengalê çalakiyên bîranînan bên lidarxistin.
Xelkê Xaçortê ku li dijî zêdebûna firotina tiryakê li taxên xwe di destê wan de dar û nobetê digirin, diyar kir ku ew ji bo parastina siberojê li wir in û got, ew ê têkoşînê bidomînin.
Dûran Kalkan diyar kir ku neguhertina mercên li Îmraliyê baweriya bi pêvajoyê lawaz kiriye û got, guhertina qanûnî eger mercên kar û jiyana azad û siyaseta demokratîk a Rêber Apo li xwe negire, wê neyê qebûlkirin.
Rêveberiya Tevgerê: Li gorî xwezaya pirsgirêkê ya ku tê xwestin bê çareserkirin, divê qanûnek bê derxistin ku ji Rêbertî heta bi şervanan her kesî tevlî siyaseta demokratîk bike ku azadiya fikrî û rêxistinbûnê lê tam e.
KCK'ê di salvegera Şoreşa Rojava de daxuyanî da û got, "Gelê Rojavayê Kurdistanê destketiyên xwe hemû li ser xeta Rêber Apo bi dest xistiye. Wê ji niha û pê ve jî destketiyên xwe li ser xeta Rêber Apo biparêze û bi pêş ve bibe."
Hemû Nûçe
-
-
-
-
'Meşa Azadiyê’ didome
Çalakvanên meşa “Ji Ocalan re Azadî” yên roja Şemiyê ji Cizîrê ketin rê, gihiştin gundê Qesra Qelendera ya Mêrdînê û rêya 260 kîlometre nîvçe kirin.
-
-
HDP’ê êrîşên li dijî dibistana li Wanê bir rojeva Meclîsê
Parlamenterê HDP’ê Aktaş êrîşên polîsên Tirk ên li Wanê li dijî dibistanên amadeyî pêk hat û xwendekar bi mirinê re rû bi rû man, bir rojeva Meclîsê. Aktaş pirsa “Fermana êrîşa li dijî xwendekaran kê daye?” ji Wezîrê Navxweyî pirsî.
-
-
-
Bi hezaran cenazeyê şervanê YPG’ê Ateş spartin axê
Cenazeyê Şervanê YPG'ê Îbrahîm Ateş (Mazlum Cûdî) ê di encama berxwedana li Kobanê ya li dijî çeteyên DAIŞ’ê de birîndar bû, anîn Rihayê jiyana xwe ji dest da bi meresimekê ji aliyê hezaran kesî ve hat definkirin.
-
-
Pîrozbahiyên Newrozê didomin
Li gelek navendan pîrozbahiyê Newrozê dest pê kirin û agirê Newroz gur bû. Di pîrozbahiyan de azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat xwestin.
-
-
-
-
-
-
-
Li Newroza li ser xetê peyama YPG/YPJ’ê
Fermandariya YPG’ê û YPJ’ê ya Kobanê ji bo pîrozbahiya Newrozê ku li ser sînorê Pirsus û Kobanê tê lidarxistin, peyamek bi dîmen şand û kombûn û berxwedana gel a li ser sînor silav kir.
-
Li Elmanyayê çalakiyên Newrozê û piştevaniya Kobanê
Li bajarê Gronau bi pişgiriya 30 saziyan re bernameya piştevaniya bi Kobanê re pêk hat. Di bernameyê pereyê hat ser hev wê ji bo Kobanê û Şengalê bê şandin. Li Munsterê agirê Newrozê hat hildan û ji bo hilbijartinên 7’ê Hezîranê bang hat kirin.
-
Bihar hat diyarên azadiyê
Ew darên bedew ên bi beşek ji kulîlkên darên behîv û mişmişê reng dane rewşa biharê, wezîfeya xwe ya îsal bi awayekî serketî qedandine û ji bo di xwezayê de veguhere tiştekî din, xwe berdane nava hembêza axê.
-
-
-
-
-
Li Pirsûs û Kobanê agirê Newrozê hat dadan
Agirê Newrozê li ser û bin xetê geş bû. Li ser xetê li gundê Etmanek ê Pirsûsê û li Kobanê jî li ser Girê Kaniya Kurdan û gelek nuqteyên navenda bajêr agir hat dadan. Newroz ji aliyê sed hezaran kesî ve tê pîrozkirin.