Pîrozbahiyên Newrozê didomin

Li gelek navendan pîrozbahiyê Newrozê dest pê kirin û agirê Newroz gur bû. Di pîrozbahiyan de azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat xwestin.

Li gelek navendan pîrozbahiyê Newrozê dest pê kirin û agirê Newroz gur bû. Di pîrozbahiyan de azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat xwestin.

MANÎSA

Li navçeya Alaşehîr a Manîsayê agirê Newroza 2015'an hat hilkirin. Pîrozbahiya Newrozê li semta Yenîmahale pêk hat. Li qadê posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin daliqandin. Hevserokên HDP'ê yên bajar tevlî pîrozbahiyê bûn. Hevserokê Rêxistina HDP'ê yê Manîsayê Saît Tayci diyar kir ku di Newroz sala 2014'an de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan got, "Aştî ji şer zortir e" û wiha got: "Em jî li vir dibêjin 'Êdi bese ji Serok Apo re azadî, an azadî an azadî' Em li vir dibêjin sala 2015'an dê bibe sala azadiya Serokatiyê."

DÊRIK-STEWR

Li navçeya Dêrikê ya Mêrdînê jî Komîteya Amadekar a Newrozê banga tevlîbûna pîrozbahiyan kir. Li navçeya Stewrê jî rêveberê DBP û HDP'ê li navçeyê geriyan û hemû kes dewetî pîrozbahiyê kirin.

ELKÊ

Li navçeya Elkê ya Şirnexê jî li gundê Hemka yê li quntarê çiyayê Kato Marînus agirê Newrozê hate hilkirin. Hevşaredarên Elkê, rêveberên DBP û HDP'ê û gelek kesên din tevlî pîrozbahiyê bûn. Piştî welatiyan agir hilkirin li dora agir govend girt. Paşê Hevserokê HDP'ê yê navçeyê Şaban Cîn axaftinek kin kir.

BÊGIRÎ

Li navçeya Bêgirî ya Wanê jî li garaja şaredariyê bi tevlîbûna sedan kesan Newroz hat pîrozkirin. Di pîrozbahiyê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin vekirin. Parlamenterê HDP'ê Ozdal Uçer, hevşaredarên Bêgirî, rêveberên HDP û DBP û bi sedan welatî tevlî pîrozbahiyê bûn. Piştî rêzgirtinê hevşaredarên Bêgiriyê axaftinên kin kirin.

Parlamenterê Wanê Ozdal Uçer jî balkişand ser girîngiya Newrozê û diyar kir ku gelê kurd heya niha gelek berdê dan. Uçer anî ziman ku wê di 7'ê Hezîranê de bi coşa Newrozê hemû bendan têk bibin.

Piştî axaftinan girseyê bi muzîkê govend girt.

ŞIRNEX

Li navçeya Qilabanê ya Şirnexê amadekariyên pîrozbahiya Newrozê berdewam dikin. Li qada Newrozê alên kesk û sor û zer, alên PKK û KCK'ê tê xemilandin.

MEHMÛDÎ

Li navçeya Mehmûdî ya Wanê pîrozbahî li cadeya Cumhuriyetê bi beşdariya Parlamenterê HDP’ê yê Wanê Kemal Aktaş, hevşaredarên Seray, Qelqeliyê û hevserokên HDP û DBP’ê û bi hezaran welatiyan pêk hat. Di pîrozbahiya ku Hevşaredarên serayê Zîlan Aldatmaz û Abdulkadîn Çalişkan axivîn de dirûşm hatin berzkirin û axaftvana bal kişandin ser berxwedana YPG û YPJ’ê ya li Kobanê.

Hevserokê HDP’ê yê Wanê Veysî Dîlekçî jî di axaftina xwe de got ku agirê Newrozê bi qehreminaya Kobanê û Şengalê watedar bûye. Herî dawî parlamenterê HDP’ê Aktaş axivî û Komkujiya Helepçeyê bibîr xist û diyar kir ku gelê Kurd bi salan li dijî komkujiyan li ber xwe daye. Aktaş bilêv kir ku ligel qatlîaman gelê kurd agirî Newrozê geştir kiriye û li Mexmûr, Kobanê û Şengalê gelê Kurd bi qehremanê şer dike. Bi ruhê Arîn Mîrkan ber bi azadiyê ve diçin. Û gelê kurd heta Ocalan û Kurdistan azad bibe dê li ber xwe bide.

Piştî axaftinan kevokên aştiyê hatin firandin, agirê Newrozê hate pêxistin û pîrozbahiyê bi konsera hunermend Sîpan Xelat ve berdewam kir.

ŞEMZÎNAN

Li navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê j îli qontarê çiyayê Gomanê pîrozbahî hate lidarxsitin. Li qada pîrozbahiyê posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez hatin daliqandin. Welatiyan dirûşmên ji bo azadiya Ocalan berz kirin. Hevserokê DBP’ê yê Şemzînanê Davut Evîn axivî û got ku îsal bi berxwedana Kobanê, Şengal, Mexmûr, Zumar û Serêkaniyê Newroz bi awayeke cuda tê pîrozkirin. Piştre Hevseroka HDP’ê ya Colemêrgê Zeynep Besî axivî û got ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan divê gel bi biryarî sekna xwe bihêztir bike. Piştre jî Serokê Lijneya Dîsîplînê ya Navendi ya HDP’ê Hamît Geylani axivî û bal kişand li ser gefên çeteyên DAIŞ’ê yên ku dê di Newrozê de peşmergeyên di destên xwe de bişewîtinin û bilêv kir ku gelê kurd, rêberê wan, PKK, KCK, YPG bersiva pêwîst bide.

Piştre agir hate pêxistin û hunermendên navenda Çandê ya Guldexwînê derketin ser dikê.

EBEX

Li navçeya Ebexe ya Wanê jî li Qada Mal bi coş Newroz hate pîrozkirin. Di pîrozbahiyê de Hevşaredara Ebexê Suna Atabay axivî û got ku Newroz cejna vejînê ya gelê kurd e. Piştre Hevşaredar Faruk Demîr axivî û diyar kir ku heta îro gelê Kurd berdêlên mezin dane.

Piştre agir hate vexistin û Parlamenterê HDP’ê yê Wanê Nazmî Gur axaftinek kir. Gur destnîşan kir ku 2015 ji bo gelê kurd pir girîng e û divê hemû kes tiştên ku dikevin li ser milên wan bikin.

Di pîrozbahiyê de taximên ku di Turnuvaya Futbolê ya Denîz Firat de bi ser ketine xelatên xwe wergirtin. Piştî merasîma xelatê bi stranên Arhat û Nurşenv e govend hate gerandin.

ERDÎŞ

Li navçeya Erdîşê ya Wanê jî ji bo pîrozbahiyên Newrozê amadekarî didomin. Pîrozbahî wê li Sahîlkenta Erdîşê bê lidarxsitin. Serokê Komîtiya Amedekar a Newrozê Erol Cengîz bilev kir ku ji bo pîroz.ahiyê amadekariyên wan hatiye asta temamkirinê. Pîrozbahî wê sibehê saet 08.00’an de bi beşdariya Parlamentera Wanê Aysul Tugluk û hunermend Sîpan Xelat û Xezal ve pêk bê.

ENQERE

Li Enqerê yekemin agirê Newrozê li Fakulteya Ziman û Dîrok-Cografyayê (DTCF) hat pê xistin. Bi sedan xwendekarên DTCF’ê li navenda fakulteyê hatin cem hev û bi sirûda "Çerxa Şoreşê" dest bi pîrozbapiyê kirin. Xwendekaran li qadê pankarta "Newroz pîroz be" û wêneyên Mazlûm Dogan, Arîn Mirkan, daliqandin. Xwendekarên ku bi dirûşmeyên, "Bijî Serok Apo", "Jin jîyan azadî", "Bijî berxwedana Kobanê" û "Bijî YPJ/YPG" berz kirin bi stranên Bahoz Aslan govende lehîstin. Piştî govendê Xwendekar bi dirûşm û bi tilîliyan belav bûn.