Nasnameya 3 şervanan hat aşkerakirin
Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê nasnameya 3 şervanên xwe yên di pevçûnên li Til Temir û Serêkaniyê jiyana xwe ji dest dan, aşkera kir.

Navenda Çapemeniyê ya YPG’ê bi daxuyaniyeke ku di malpera fermî ya YPG’ê de hate weşandin, nasnameyên 3 cangoriyan aşkera kir. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:
“Yekem care ku şoreşek wekî Şoreşa Rojavayê Kurdistanê li Rojhilata Navîn bi hêza xwe ya leşkerî û rêxistinbuna wê ya di milên fikrî û bîrdozî de ava dibe.
Ev yek bû sedem ku ciwanên azadîxwaz ji her milî ve beşdarî nava şoreşa mirovahiyê bibin û îsbat bikin ku giyana şoreşgerî di ciwanan de bi dawî nebûye û serî li hemberî destiladaran netewandiye.
Rêhevala me Agirî ku sembola hevaltiyê bû, bi xwîna xwe navê xwe di dîroka mirovahiyê de nivîsand. Di heman demê de Rêheval Evrîm a ku bi tekoşîna xwe ya bilind benê koletiyê qetand, bi lehengiyek pir mezin li dijî hovîtiya DAIŞ’ê şer kir û şehîd bû. Dîsa Rêheval Ferhad bi xwîna xwe ala azadiyê bilind kir, tekoşîna azadiyê şopand û li ser rêya şehîdan meşiya heta dilopa xwîna xwe ya dawî.
Em wekî Yekîneyên Parastina Gel (YPG) soza xwe bi şehîdan re nû dikin û sersaxiyê ji tevahî malbatên şehîdan dixwazin.”
NASNAMEYA HER SÊ CANGORIYAN
Hebûn Elî bi nasnav Evrîm Kobanê ya ji Kobanê
Rêhana Omer bi nasnav Agirî Cûdî ya ji Dêrikê
Omer bi nasnav Ferhad Cûdî ji Qamişlo