KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Şervanên YBŞ'ê: Rêhevaltî ji xwişk-biratiyê bêhtir bi qîmet e -BI DÎMEN E-
Ji bo azadkirin û parastina Şengalê, ji heman malbatê gelek kes di nava refên YBŞ'ê de li dijî çeteyên DAIŞ'ê li heman mewziyê şer dikin. Du şervanên YBŞ'ê yên pismamê hev in dibêjin, "Rêhevalî ji biratî-pismamtiyê jî qîmettir e." -
Li Giessenê Meclîsa Kongreya Gel
Meclîsa Alan a li bajarê Giessenê kongreya xwe ya asayî lidar xist. -
Rêya Aştiyê di azadiya Rêber Apo re derbas dibe
Osman Kartal (65) û Ayşe Guven ên beşdarî meşa gelê Botanê ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bûn destnîşan kirin, ku rêya aştiyê di azadiya Ocalan re derbas dibe. Kartal û Guven gotin, yekane daxwaza wan azadiya Ocalan e. -
Ji Fermandarên YJA Starê Çayan: PKK bersiva li Helepçeyê ye
Ji fermandarên YJA-Starê Jîndar Çayan diyar kir ku Komkujiya Helepçeyê li hemberî tevahiya mirovahî û xwezayê hatiye kirin û destnîşan kir PKK bersiva li komkujiya li Helepçeyê û bersiva li hemû komkujiyan e. -
Atalan: Civata Êzidî xwe ji nû ve birêxistin dike
Hevserokê FKÊ Atalan diyar kir, ku di serî de qirkirina dawî ya li Şengalê ji bo bersiva li 73 fermanan were dayîn, pêwîstiya Êzidiyan bi ji nû ve rêxistinbûyîneke xwe dispêre baweriya ji hêza xwe heye û got ku FKÊ hewl dide pêşengiyê ji vê re bike. -
Roja duyemîn a meşa azadiyê bi dawî bû
Meşa bi daxwaza "Ji Ocalan re Azadî" ya ji Cizîrê destpê kir, di roja duyemîn de dewam kir. Beşa duyemîn roja meşê li gundê Qesirbelekê yê girêdayî Nisêbînê bi dawî bû. -
YCR’ê banga bilindkirina berxwedanê kir
Yekîtiya Ciwanên Demokratîk a Rojava (YCR) bi daxuyaniyekê êrîşên çeteyên DAIŞ’ê li ser Kantona Cizîrê şermezar kir, bang li ciwanan kir ku asta berxwedanê bilind bikin û cihê xwe di nava refên YPG û YPJ’ê de bigrin. -
Hevserokên HDP û DBP'ê yên Şemrexê hatin binçavkirin
Hevserokê DBP'ê yê Şemrexê Sefer Yilmaz, Hevserokê HDP'ê yê Şemrexê Mahîr Kapan û du welatiyên din ên tevlî pîrozbahiya Newrozê ya li Taxa Sultan Şehmus a Şemrexê bûn ji aliyê leşkeran ve hatin binçavkirin. -
Li Amedê Beza Gel a Newrozê hat lidarxistin
Bi tevlîbûna Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, rêxistinên civaka sivîl û gel duyemîn Beza Gel a Newrozê pêk hat. -
PYD: Li Sûriyeyê tenê projeya çareseriyê ya Rojava heye
Desteya Rêveber a PYD’ê destnîşan kir ku ti projeyên çareseriyê yên aliyên ku li Sûriyeyê di nava pevçûnan de ne nînin, tenê Projeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Rojavayê Kurdistanê heye. -
YPG: Li Kobanê 19 çete hatin kuştin
Li başûrrojavayê Kobanê di operasyonên YPG/YPJ'ê de gundên Qereoqax, Bîr Hiso û pira Qereqozaxê ji çeteyan hatin paqijkirin. Di çalakiyên duh de zêdeyî 19 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin. -
Ji bo Cumeysa ya 3 salî xebatên lêgerînê dewam dikin
Xebatên lêgerînê ji bo zaroka 3 salî ya di Çemê Pîlemûrî de winda bû didomin. -
KCD: Pêwîst e gelê me beşdarî pîrozbahiyên Newrozê bibe
Kongreya Civaka Demokratîk, di çarçoveya pîrozbahiyên 2015’an ên Newrozê de ku li Pirsûsê wê bên lidarxistin civîneke çapemeniyê li dar xist û banga tevlîbûnê li gel kir. -
'Em dixwazin Rêber Apo di nava me de be'
Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Amedê diyar kir ku di Newroza bi heybet a îsal a li Amedê de ew dixwazin Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di nava xwe de bibînin. -
Karsazên Kurd li Londonê civiyan
Karsazên Kurd ên li Îngilîstanê dixebitin li Londonê civiyan û li ser pirsgirêk û pêşeroja xwe axivîn. -
Meşa ji Ocalan re azadî di roja duyemîn de ye
Welatiyên ji navçeya Cizîrê ya Şirnexê bi daxwaza "Ji Ocalan re azadî" ber bi Amedê ve dest bi meşê kirin li gundê Banihe bêhna xwe vedan. -
Balafirên rejîmê taxa Şêxmeqsûd bomebaran kirin
Balafirên rejîma Sûriyê taxa Şêxmeqsûd a li rojava ya bajarê Helebê bi bermîleke teqemeniyê bomebebaran kirin. Di encamê de ziyana madî gihiştin malên welatiyan. -
Ji artêşa Tirk bombebaran û kemîn
Artêşa Tirk bi obus û hawanan êrîşî Herêmên Parastinê yên Medyayê kir û li navçeyên Mêrdîn Mehsert û Nisêbînê jî kemîn danî. -
Li Şengalê çalakî: Çeteyek hat kuştin
Li Şengalê di encama çalakiyeke li dijî çeteyên di nava tevgerê de bûn de, çeteyek hat kuştin. -
Di Newroza li Amedê de wê 15 hezar kes wezîfedar bin
Ji bo Newroza li Amedê, ku tê payîn bibe mezintirîn pîrozbahiya salên dawî, amadekarî dewam dikin. Hat ragihandin ku wê 15 hezar kes di pîrozbahiyê de wezîfedar bin. -
Li Rojava agirê destpêkê yê Newroza îsal li Efrînê hat dadan
Li Rojavayê Kurdistanê agirê destpêkê yê Newroza îsal li ser girên gundê Diraqliyê yê Kantona Efrînê hat dadan. -
5 girtiyên siyasî yên nû wê îro li Îmraliyê bin
5 girtiyên siyasî ku bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re li Girtîgeha Îmraliyê heta niha dihatin girtin sewqî girtîgehên din hatine kirin û li şûna wan 5 girtiyên din ber bi Îmraliyê ve hatine şandin. -
Agirê Newrozê li Kîelê geş bû
Bi sedan Kurdistaniyên li bajarê Elmanya Kîelê hatin cem hev, Newroz pîroz kirin. -
Li taxên Ûppsala komîteyên hilbijartinê tên avakirin
Kurdistaniyên li bajarê Swêd Ûppsalayê dijîn, ji bo di hilbijartinên 7'ê Hezîranê yên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê destek ji HDP'ê re were dayîn, di asta herêmî de komîteyên hilbijartinê hatin avakirin. -
Ivana Hoffmann bi girseyî hat oxirkirin -BI DÎMEN E-
Şervana MLKP'ê ya enternasyonalîst Ivana Hoffmann a li bajarê Til Temir ê Kantona Cizîrê di şerî li dijî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da, li bajarê lê ji dayik bû ji aliyê bi hezaran kesî ve ber bi rêwîtiya bêdawî ve hat oxirkirin.