Balafirên rejîmê taxa Şêxmeqsûd bomebaran kirin

Balafirên rejîma Sûriyê taxa Şêxmeqsûd a li rojava ya bajarê Helebê bi bermîleke teqemeniyê bomebebaran kirin. Di encamê de ziyana madî gihiştin malên welatiyan.

Balafirên rejîma Sûriyê taxa Şêxmeqsûd a li rojava ya bajarê Helebê bi bermîleke teqemeniyê bomebebaran kirin. Di encamê de ziyana madî gihiştin malên welatiyan.

Êrîşa balafiran îro li kolana 20’an a li Şêxmeqsûda rojava (Şêxmeqsûd Xerbî) ku piraniya şêniyên wê Kurd in, pêk hat.

Bermîla teqemeniyê ya ku ji aliyê balafirê ve hat avêtin li maleke ku ti kes tê de nebû ket. Di encamê de ziyan gihişt malê û cihê ku bermîl lê ketiye sor bûye.

Taxa Şêxmeqsûd bi rengekî dem demî ji aliyê hêzên rejîma Baas û her wiha komên çete ve tê hedefgirtin û di encamê de gelek welatiyên sivîl birîndar dibin û hin jî jiyana xwe ji dest didin.