Li Giessenê Meclîsa Kongreya Gel
Meclîsa Alan a li bajarê Giessenê kongreya xwe ya asayî lidar xist.
Meclîsa Alan a li bajarê Giessenê kongreya xwe ya asayî lidar xist.
Meclîsa Alan a li bajarê Elmanya Giessenê dixebite, kongreya xwe ya salane lidar xist.
Kongreyê bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane destpê kir û dûre rewşa siyasî hat nirxandin.
Li dû xwendina raporên maliye û xebatê, belgeyên hatin amadekirin pêşkêşî dengdana delegeyan hatin kirin.
Di encama nîqaş, rexne û pêşniyarên delegeyan de Meclîsa ji 59 kesî ya ji komîsyonên Rêxistinbûyîn, Aştî-Lihevanîn, Çand, ciwan, CÎK, YXK, Têkiliyên Derve, Alîkariya bi Malbatên Şehîdan re, hat avakirin.
Ji bo hevserokatiya meclîsê jî Jînada Yûsûf û Mehmet Şerîf Narman hatin hilbijartin.