Hevserokên HDP û DBP'ê yên Şemrexê hatin binçavkirin

Hevserokê DBP'ê yê Şemrexê Sefer Yilmaz, Hevserokê HDP'ê yê Şemrexê Mahîr Kapan û du welatiyên din ên tevlî pîrozbahiya Newrozê ya li Taxa Sultan Şehmus a Şemrexê bûn ji aliyê leşkeran ve hatin binçavkirin.

Hevserokê DBP'ê yê Şemrexê Sefer Yilmaz, Hevserokê HDP'ê yê Şemrexê Mahîr Kapan û du welatiyên din ên tevlî pîrozbahiya Newrozê ya li Taxa Sultan Şehmus a Şemrexê bûn ji aliyê leşkeran ve hatin binçavkirin.

Hevserokê DBP'ê yê Şemrexê Sefer Yilmaz, Hevserokê HDP'ê yê Şemrexê Mahîr Kapan û welatiyên bi navê Mehmet Atsiz û Alî Ertaş ên piştî tevlî pîrozbahiya Newrozê ya li taxa Sultan Şehmus a navçeya Şemrex ya Mêrdînê bûn hatin binçavkirin. Li gorî agahiyan Fermandarê Qereqola Sultan Şehmusê hat qada welatiyên Newroz lê pîroz dikir û wêneyên posterên li qadê hatin daliqandin kişandin. Piştî welatiyan bertek nîşan da nîqaş derket û fermandarê leşkeran ji qadê veqetiya. Piştî pîrozbahî bi dawî bû û welatî bi wesayîtên xwe çû ji aliyê leşkerên Qereqola Cendirmeyan a Sutlan Şehmus ve hatin rawestandin. Leşker fermana devkî ya Serdozgerê Komarê yê Şemrexê hincet nîşan dan û Hevserokê Rêxistina HDP'ê yê Şemrexê Mahîr Kapan, Hevserokê Rêxistina DBP'ê yê Şemrexê Sefer Yildiz, welatiyên bi navê Mehmet Atsiz û Alî Ertaş binçav kirin. Hate hînbûn ku posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ên di wesayîtê de hatin destserkirin. Hate ragihandin ku kesên hatin binçavkirin birin qereqolê.