Meşa dirêj a "Ji Ocalan re Azadî" ya ji Cizîrê destpê kir û wê di 21'ê Adarê de li Amedê bi dawî bibe, bi moral û biryardariyeke mezin dewam dike. Di nava Botaniyên ji her temenî û her beşî beşdarî meşê bûn de, Osman Kartal ê bi temenê xwe yê dirêj û Ayşe Guven a bi kincên xwe yên spî li refên herî pêş cih digirin. Osman Kartal û Ayşe Guven ji destpêka meşê û vir ve pêşengiyê dikin.
Sê zarokên Osman Kartal di demên cuda de li nava refên têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê jiyana xwe ji dest dane. Niha jî, bi bîr û baweriya ku ji vekirina rêya aştiyê beşdarî meşa dirêj a bi daxwaza 'Ji Ocalan re Azadî' bûye.
Ayşe Guven jî da xuyakirin, ku hevserê wê Omer Guven di sala 1993'an de ji aliyê dewletê ve hatiye qetilkirin û bi kincê xwe yê spî ku nîşaneya aştiyê ye, tevlî meşê bûye.
"DAXWAZA ME ZELAL E"
Osman Kartal diyar kir ku ew ji Cizîra Botan tevlî meşê bûye û got, "Em vê meşê ji bo azadiya Rêber Apo pêk tînin. Daxwaza me zelal e." Osman Kartal anî ziman ku ew bi biryardariyeke mezin meşê dewam dikin û axaftina xwe wiha dewam kir: "Min xwe di vê meşê de li gorî her şêwe neyîniyan amade kir. Piyê min ji niha ve werimiye, lê ez ê meşa xwe heta dawiyê dewam bikim. Piştî meşa heft rojan em ê bigihêjin Amedê."
"AŞTÎ BI AZADIYA RÊBER APO DIBE"
Osman Kartal ragihand ku eger daxwaza wan a bi vê meşê re tînin ziman bicih were anîn, wê rêya aştiyê heta dawiyê vebe û got, "Ji ber vê yekê meşa me di heman demê de meşa aştiyê ye. Di vî şerî de min sê zarokên xwe winda kir, lê aştiyê dixwazim û ji bo aştiyê ketin ser rê. Ji bo yekane rêya aştiyê azadiya Rêberê me Abdullah Ocalan e."
"DIVÊ DEWLET GAVÊ BIAVÊJE"
Ayşe Guven jî diyar kir ku armanca tevlîbûna wê li meşê azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û destnîşan kir ku ew meşa xwe bi moral û vîneke mezin dewam dikin. Guven got, "Ji bo Rêberê xwe em ê heta dawiyê bimeşin. Bê westan em ê meşa xwe dewam bikin."
Ayşe Guven ragihand ku hevserê wê di sala 1993'an de ji aliyê dewletê ve hatiye qetilkirin û got, "Lê belê ji bo aştiyê min kincê xwe yê spî li xwe kir û ketim ser rê. Aştî ancax bi azadiya Rêber Apo pêk were. Em naxwazin ev şer dewm bike û eger daxwazên me bicih neyên anîn em ê têkoşîna xwe dewam bikin."