Karsazên Kurd li Londonê civiyan

Karsazên Kurd ên li Îngilîstanê dixebitin li Londonê civiyan û li ser pirsgirêk û pêşeroja xwe axivîn.

Karsazên Kurd ên li Îngilîstanê dixebitin li Londonê civiyan û li ser pirsgirêk û pêşeroja xwe axivîn.

Civîn bi pêşengiya Yekîtiya Karsazên Kurd li Ewropayê (YKKE) li otela Park Lane Hilton a li navenda Londonê pêk hat. Di civînê de armancên avabûna YKKE, xebatên wê, pirsgirêk û xebatên dema pêş ên karsaziyên Kurd ên li Îngilîstanê dixebitin, hatin nirxandin.

Di civînê de Serokê Desteya Rêveber a YKKE Ferhat Hasan Yîrîk, endamên desteya rêveberiyê Salîh Açig, Kadîr Şahîn û Leyla Ûca, li gel karsazên navdar ên li Brîtanyayê Kemal Has, Cengîz Coşkûn, Firat Ozkan û Mûstafa Topakaya û gelek karsazên din amade bûn.

YÎRÎK: EM DIXWAZIN BI NASNAMEYA XWE RE XWE BI RÊXISTIN BIKIN

Serokê Desteya Rêveber a YKKE Ferhat Hasan Yîrîk der barê vîzyon û armancên YKKE de beşdar agahdar kir. Yîrîk got, "Armanca me ya bingehîn; mîna li welatên din em dixwazin li Îngilîstanê jî karsazan bînin cem hev, ku karibin bi nasnameya xwe re xwe birêxistin bikin û projeyên girîng bi hev re bi ser bixînin." Yîrîk ji karsazên Kurd ên beşdarî civînê bûne re spasiyên xwe pêşkêş kir.

Lord Bîlîmor ê di civînê de axivî, çend mînak ji tecrûbeyên xwe yên kar parve kir.

'JI BO AŞTIYA MAYÎNDE GIRÎNG E'

Şaredarê berê yê bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr jî beşdarî civînê bû û axaftinek kir. Baydemîr da xuyakirin ku eger karsazên Kurd bi rîskeke kêm razemeniyan li Tirkiye û Kurdistanê bikin, wê serketinên mezin bi dest bixin.

Baydemîr ji bo mayîndebûna aştiyê bal kişand ser girîngiya pêşketina aboriyê û destnîşan kir ku hewldanên sazîbûyînê yên karsazên Kurd gelekî girîng in.

Kemal Has jî di axaftina xwe ya li civînê de diyar kir ku eger karsazên Kurd di binê sîwanekê de bicivin û hem li welatê lê ne hem jî li Kurdistan û Tirkiyeyê razemeniyên girîng bi projeyan bimeşînin, wê serketinên mezin bi dest bixin.