KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Li Başûrê Kerkûkê danê sibehê operasyonê destpê kir
Li Başûrê Kerkûkê, operasyonên hêzên Kurd ên ji bo dawîanîna li hebûna DAIŞ'ê, dewam dikin. -
Şervanên YPG û YPJ’ê yên 6 meh in li ber xwe didin hatin silavkirin
Nobedarên sînor, şervanên YPG û YPJ’ê ku ev 6 meh in bê navber li ber xwe didin silav kirin. -
Der heqê polîsên Kazanhan qetil kirin de biryara ‘bêşopandin’
Der barê 4 polîsên ku zarokê 12 salî Nîhat Kazanhan li Cizirê qetilkirin de doza ku hatibû vekirin bi biryara bêşopandinê encam bû. -
Heyeta HDP'ê çû Qendîlê
Heyeta HDP'ê ji bo bi rayedarên KCK'ê re hevdîtinê pêk bîne, çû Qendîlê. -
Newroz li gundên Gimgimê hat pîrozkirin
Li gundên navçeya Mûş Gimgimê Newroz hat pîrozkirin. -
Rûniştina 1. a bûyera qetilkirina 4 HPG'iyan hat dîtin
Piştî êrîşa çekdarî ya li hemberî Midûrê Polîsan ê Çewlîkê li ser pira Darahênê wesayîta ku 4 HPG'iyên tê de hebûn hat gulebrankirin û her çar gerîla hatibûn înfazkirin. Rûniştina 1. a doza înfazkirina gerîlayan hat dîtin. -
Berxwedana Kobanê meha 6. li pey xwe hişt
Li Kobanê operasyonên azadkirinê didomin û nobetên li xeta sînor ên ji destpêka berxwedanê de hatibûn destpêkirin jî 6 meh li pey xwe hişt. -
Li Kantona Cizîrê dengdayînê destpê kir
Ji bo hilbijartinên meclîsên 12 şaredariyên Kantona Cizîrê dengdayînê vê sibehê destpê kir. -
Doza înfazê ya Ebexê ev 6 sal e li benda ‘edaletê’ ye!
Doza ku du gerîlayên HPG û xwendekarekî lîseyê hatin îfazkirin ji sala 2009’an heta niha didome. Parêzer Nûrî Kesercî, got ku beyî îfadeyên şahidên veşarî bê girtin, gumanbar hatine berdan. -
Kurdên li Elmanyayê wê di 21'ê Adarê de li Bonnê Newrozê pîroz bikin
Kurdên li Elmanyayê dijîn, wê Newroza îsal di 21'ê Adarê de li bajarê Bonnê pîroz bikin. Hevserokê NAV-DEM'ê Yuksel Koç banga tevlîbûna li pîrozbahiya Newrozê kir. -
Polîsan li Bêgirê zarokek birîndar kirin
Li Bêgir di gulebarana polîsan de zarokek birîndar bû -
Şervanê YPG’ê Yilmaz, li Êlihê ber bi rêwîtiya dawî ve hat oxirkirin
Cenazeyê şervanê YPG'ê Seyîthan Yilmaz (Cûdî Heskîf) ku di pêngava azadkirina Kobanê de jiyana xwe ji dest da ji aliyê hezaran kesan ve hate definkirin. -
4 şervanan YPG’ê hatin oxirkirin
Cenazeyên 4 şervanên YPG/YPJ’ê ku li Kobanê, Serêkaniyê û Til Temir jiyana xwe ji dest dane, ji aliyê hezaran kesan ve hatin definkirin. -
Komkujiyên Qamişlo û Gazî li Wanê hatin şermezarkirin
Li Wanê komkujiyên Gazî û Qamişloyê bi meşeke meşaleyî hatin şermezarkirin. -
Bernameya Newrozê ya Wanê hat aşkerakirin
Bernameya pîrozbahiyên Newrozê yên li Wanê aşkera bû. Agirê Newrozê wê di 17'ê Adarê de li Ebex, Şax, Mehmûdî û Bêgirê were pêxistin, di 20'ê Adarê roja Înê de bi tevlîbûna Hevserokê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş wê li navenda Wanê Newroz bê pîrozkirin. -
Gelek wesayîtên zirxî sewqî Çelê hatin kirin
Hat ragihandin ku ji Fermandariya Tûgaya Otluca ya Colemêrgê gelek wesayît sewqî Çelê hatin kirin. -
‘Erdnîgariya em li ser dimeşin veguherandine bombeyê’
Hevseroka DBP’ê Emîne Ayna, tevlî mewlûda ji bo endamê Meclîsa Şaredariyê ya DBP’ê Tahsîn Aktî û xebatkarê şaredariyê Metîn Altindaş ên li Kobanê di encama teqîna bombeyê de jiyana xwe ji dest dan bû. Ayna sersaxî ji malbatan re xwest. -
Bernameya Newroz ê ya 2015'an zelal bû
Bernameya Newrozê ku tevî Bakurê Kurdistane û bajarên weke Stenbol, Enqere û Îzmîrê wê îsal li 109 navendên bê pîrozkirin, zelal bû. Pîrozbahî wê di 17'ê Adarê de li ser sînorê Pirsûs-Kobanê destpê bike. -
Ji Tuhad-Der û Komeleya 78'an şermezarkirina ‘Pakêta Ewlekariyê ya Hundir’
Diyar TUHAD-DER, diyar kir ku heke "Pakêta Ewlekariyê ya Hundir" bê erêkirin wê li girtîgehan komkujiyên berê pêk hatin careke din xwe dubare bikin. -
Kesên di Komkujiya Qamişlo de jiyana xwe ji dest dan tên bîranîn
Hevseroka Kantona Cizîrê Hediye Yusuf ku di bîranîna cangoriyên 12’ê Adarê de axivî got: “Kombûna me ya li vir, rizgarkirina Rojava, îlankirina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, bersiva siyaseta rejîmê û komkujiyan e.” -
NAV-DEM: Bi ruhê berxwedana Kobanê em rêhevala Ivana pêşwazî bikin
NAV-DEM'ê ji bo pêşwaziya li balafirgehê û meşa li Dûîsbûrgê ya ji bo Ivana Hoffmann a li Rojava jiyana xwe ji dest da, banga tevlîbûnê kir. -
Xwendakarên Pilûrî: Li hember êrîşên faşîst em ê parastina cewherî bikin
Xwendekarên Dibistana Bilind a Pişeyî ya Pilûrê, diyar kirin ku greva birçîbûnê ya li Çewlikê destek dikin û wê li hember êrîşên faşîst ên li dijî xwendekaran serê xwe netewînin. -
Şandeya aqilmendan hat Kobanê
Şandeya aqilmenda û însiyatifa ji nû ve avakirina Kobanê ya saziyên karmendan îro ji bo dîtina rewşa Kobanê hatin Kobanê. -
Li Kobanê 9 çete hatin kuştin
Di çarçoveya operasyonên YPG/YPJ'ê de li derdora Kobanê 9 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin. -
YPG: Li Cizîrê şer li qadeke ji 180 km'yî giran e
Li qada 180 kîlometre ya Kantona Cizîrê, ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê pevçûnên dijwar diqewimin. Di nava du rojan de li vê qadê 102 çeteyên DAIŞ'ê hatine kuştin. 12 şervanên YPG/YPJ'ê di encama berxwedaneke bêhempa de jiyana xwe ji dest dan.