Newroz li gundên Gimgimê hat pîrozkirin

Li gundên navçeya Mûş Gimgimê Newroz hat pîrozkirin.

Li gundên navçeya Mûş Gimgimê Newroz hat pîrozkirin.

Li navçeya Mûş Gimgimê, di çarçoveya çalakiyên Newrozê yên Navenda Çandê ya Şehîd Mordem de, li gundên Qeremêş, Qereko, Reqasas agirê Newrozê hat dadan. Di pîrozbahiyên li her sê gundan de Hevşaredarên Gimgimê Sabîte Ekîncî û Huseyîn Guneş, rêveberên DBP û HDP'ê yên navçeyê û bi sedan welatî amade bûn. Qadên pîrozbahiyê bi alên KCK, PKK û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin xemilandin. Pîrozbahiyan bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê destpê kirin.

Hevşaredarê Gimgimê Huseîn Guneş di pîrozbahiya li gundê Qaremêşê pêk hat de axivî û diyar kir ku gelê kurd her tim li hemberî hêzên dagirker li ber xwe daye û  got: "Erdnîgariya Kurdistanê di dîrokê de her tim bi zilma hêzên dagirker re rû bi rû maye. Ji Kawayê Hemdem heta Mazlûm Dogan, Zekiye, Ronahî, Bêrîvan û Rehşan di Cejna Newrozê ya serhildan û vejîna gelê kurd de li ber xwe dane. Van leheng bi bedena xwe agirê Newrozê geş kirine. Em jî soza azadiyê didin van lehengan. Em bi ruhê berxwedanê Rêber Apo silav dikin û Cejna Rêber Apo bi dil û can pîroz dikin."
Piştî axaftinan agirê Newrozê hatin pêxistin û bênavber dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bijî YPG/YPJ'ê" û "Bijî Newroz" hatin berzkirin. Komên muzîkê yên NÇM'ê stran gotin û welatiyan heta derengiya şevê li ber stranan govend gerandin.