Xwendekarên Dibistana Bilind a Pişeyî ya Pilûrê, diyar kirin ku greva birçîbûnê ya li Çewlikê destek dikin û wê li hember êrîşên faşîst ên li dijî xwendekaran serê xwe netewînin.
Xwendekarên Dibistana Bilind a Pişeyî ya Pilûrê, ji bo piştgiriya bi xwendekarên Zanîngeha Çewlikê re ku di greva birçîbûnê de ne, daxuyaniyeke çapemeniyê dan û çalakiya boykotê pêk anîn.
Di daxuyaniya çapemeniyê de wiha hat gotin, "Em pêkanînên faşîst ên bi piştgiriya dewletê li hember xwendekarên şoreşger û demokrat qebûl nakin”
'EM Ê SERÎ JI ÊRÎŞAN RE DANEYNIN'
Xwendekaran di daxuyaniyê de bal kişandin ser qetilkirina Ramazan Firat xwendekarê Dibistina Bilind a Pîşeyî ya Luleburgaz a Zanîngeha Kirklarelî û wiha hat gotin, "Li hember zîhniyeta ku hevalê me Firat qetil kir, em ê hêza xwe ya parastina cewherî pêk bînin, serî li hember êrîşên zîhniyeta faşîst daneynin.”