Polîsan li Bêgirê zarokek birîndar kirin
Li Bêgir di gulebarana polîsan de zarokek birîndar bû
Li Bêgir di gulebarana polîsan de zarokek birîndar bû
Li Bêgir di gulebarana polîsan de zarokek birîndar bû.
Hat ragihandin ku li Taxa Yavûz Selîm a navçeya Bêgir a Wanê polîsê ji baxçeyê malekê derket, zarokê bi navê Selîm Denîz (17) ê li ber mala xwe dilîst birîndar kir. Bûyerê vê evarê saet 21.15’an rû da. Li gor îdîayan ciwanên li taxê dilîstin, ji kesekî baxçeyê mala Necmettîn Nazligul derket bi gumana diz e, xwestin bisekine. Li ser vê, kesê mijara gotinê yê polîs e, dest avêt çeka xwe û guleyek berda ser ciwanan. Zarokê bi navê Selem Denîz birîndar bû.
Şahidê bûyerê Înan Dûrmaz, got ku li kolanê dilîstîn, polîsê ji baxçeyê Necmettîn Nazligul derket gule li wan reşandiye û Denîz ji zikê xwe birîndar bûye. Dûrmaz got, "Polîs paşê berê çekê da hevalên me yên din û got, ‘Dest nedin ê birîndar.’”
Şahidê bi navê Omer Başboga jî diyar kir ku polîs bêyî ku ti hişyariyê bike gule berdaye hevalê wan û got, "Me wesayîta di rê de rawestand û hevalê xwe bir nexweşxaneyê. Li Nexweşxaneya Mûradiye mudaxeleya yekemîn hat kirin. Ji ber li navçeyê ambûlans nîn bû, hevalê me yê birîndar saetekê hat rawestandin, Bi ambûlansa ji Wanê hat ew rakirin, Nexweşxaneya Perwerde û Lêgerînê ya Herêmî ya Yuzuncu Yil. Rewşa hevalê me hê cidî ye.”
Parlamenterê Wanê yê HDP’ê Ozdal Uçer û Hevserokên Rêxistina HDP’ê ya Wanê hatin nexweşxaneyê, der barê rewşa Denîz de agahî wergirtin.