Ji Tuhad-Der û Komeleya 78'an şermezarkirina ‘Pakêta Ewlekariyê ya Hundir’

Diyar TUHAD-DER, diyar kir ku heke "Pakêta Ewlekariyê ya Hundir" bê erêkirin wê li girtîgehan komkujiyên berê pêk hatin careke din xwe dubare bikin.

Diyar TUHAD-DER'a Amedê bi armanca şermezarkirina "Pakêta Ewlekariya Hundir" ya li meclîsê tê nirxandin, li ber Girtîgeha Tîpa E ya Amedê daxuyanî da çepemeniyê. Rêveberên KESK'ê, Meclîsa Dayikên, ÎHD, Komeleya 78'an a Amedê û rêveberên DBP'ê tevlî daxuyaniyê bûn. Di çalakiyê de pankarta "Em destûrê nadin 12'ê Îlonan, zagona ewlekariya hundir paşve bikşînin" hate vekirin û dirûşma, "Bijî berxwedana zîndanan" hate berzkirin.

Serokê Diyar TUHAD-DER'ê Derya Us diyar kir ku bi pakêtê re li girtîgehan di bin navê "yekîneyên mudaxeleyê" wê karmend bikevin koxuşan û di dema rastî berxwedanekê hatin wê çekan bikar bînin. Us anî ziman ku bi zagonê re wê li girtîgehan komkujiyên berê çêbûn ji nû ve careke din pêk bên. Us da zanîn ku hevdîtinên girtî û malbatan wê bên qeydkirin û mafên ferdî yên girtiyan wê bên binpêkirin. Us bilêv kir ku ew pakêtê qebûl nakin û wiha got: "Em van zagonên qebûl nakin. Ji bo ev zagon neyên derxistin em ê li ber xwe bidin û hemû mafên xwe yên zagonî bikar bînin."

'DIVÊ LI GORÎ PÊŞNÛMEYA OCALAN GAV BÊN AVÊTIN'

Serokê Komeleya 78'an ê Amedê Ganî Alkan jî kesên di darbeya 12'ê Adarê de jiyana xwe ji dest dan bibîr anîn û diyar kir ku kevneşopiya derbeyan hê berdewam dike. Alkan anî ziman ku têkoşîna gelê Kurd a 35 salan a azadî û demokrasiyê ber bi asta çarerseriyê ve diçe. Alkan da zanîn ku divê li gorî "Pêşnûmeya muzakere, aştî û demokrasiyê" ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêşkêş kir gavên pratîk bên avêtin.