Şervanê YPG’ê Yilmaz, li Êlihê ber bi rêwîtiya dawî ve hat oxirkirin
Cenazeyê şervanê YPG'ê Seyîthan Yilmaz (Cûdî Heskîf) ku di pêngava azadkirina Kobanê de jiyana xwe ji dest da ji aliyê hezaran kesan ve hate definkirin.
Cenazeyê şervanê YPG'ê Seyîthan Yilmaz (Cûdî Heskîf) ku di pêngava azadkirina Kobanê de jiyana xwe ji dest da ji aliyê hezaran kesan ve hate definkirin.
Cenazeyê şervanê YPG'ê Seyîthan Yilmaz (Cûdî Heskîf) ku di pêngava azadkirina Kobanê de jiyana xwe ji dest da ji aliyê hezaran kesan ve hate definkirin.
Cenazeyên şervanê YPG'ê Seyîthan Yilmaz (Cûdî Heskîf) ku di pêngava azadkirina Kobanê 11'ê Adarê de jiyana xwe ji dest da, li Êlihê jî aliyê hezaran kesan ve hate definkirin.
Cenazeyê Yilmaz piştî otopsiyê ji Amedê ji aliyê malbatê ve hate wergirtin. Cenaze li tesîsa Bardakçilara Êlihê ji aliyê hezaran kesî ve hat pêşwazîkirin. Konvoya ku cenazeyê Yilmaz pêşwazî kirin bi qorneyan heta taxa Yavuz Selîmê anîn. Cenazeyê Yilmaz ji bo wecîbeyên olî anîn Mizgefta Yavuz Selimê. Welatiyên ku cenazeyê Yilmaz a bi rengên kesk, sor û zer pêçandin li ser milan kirin û heta goristana taxa Îpragazê meşiyan.
Di meşê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, wêneyên şervanê YPG'ê Yilmaz, alên PKK û KCK'ê hatin hilgirtin. Girseya ku her ku çû zêde bû bênavber dirûşmên "Bijî berxwedana Kobanê", "Bê Serok jiyan nabe", "Kurdistan wê ji DAIŞ'ê re bibe goristan", "Jin jiyan azadî", "PKK gel e, gel li vir e" û "Rêya şehîd rêya me PKK partiya me ye" hatin berzkirin.
Nûner û endamên HDP, DBP'ê, MEYA-DER, KURDÎ-DER, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, nûnerên rêxistinên sivîl û piranî hezaran kes di merasîma canaze de amade bûn. Piştî cenaze hat definkirin ji bo kesên di têkoşina azadiya gelê Kurd de jiyana xwe ji dest dan ligel sirûda "Ey Rêqîp" rêz hat girtin.
Hevserokê MEYA-DER'ê ya Êlihê Şukrû Baytar diyar kir ku têkoşîna li Kobanê ji aliyê şervanên YPG û YPJ'ê ve hatiyê destpêkirin di dîroka cîhanê de rûpeleke nû ji bo Kurd û Kurdistanê veqetandine. Ji ber vê yekê ji dê gelê Kurd bi rêxistinî û hevparî pîştgiriyê bidin şervanên xwe.
Welatiyên ku tevlî merasîma cenaze bûn bi tîlîlî û çepîkan belav bûn.