KURDISTAN
Meclisa Gel a Şengalê û Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) bi daxuyaniyekî bernama 12’emîn salvegera Fermana 3’yê Tebaxê eşkere kirin. Wê 10 rojan li Sûka Serî ya Şengalê çalakiyên bîranînan bên lidarxistin.
Xelkê Xaçortê ku li dijî zêdebûna firotina tiryakê li taxên xwe di destê wan de dar û nobetê digirin, diyar kir ku ew ji bo parastina siberojê li wir in û got, ew ê têkoşînê bidomînin.
Dûran Kalkan diyar kir ku neguhertina mercên li Îmraliyê baweriya bi pêvajoyê lawaz kiriye û got, guhertina qanûnî eger mercên kar û jiyana azad û siyaseta demokratîk a Rêber Apo li xwe negire, wê neyê qebûlkirin.
Rêveberiya Tevgerê: Li gorî xwezaya pirsgirêkê ya ku tê xwestin bê çareserkirin, divê qanûnek bê derxistin ku ji Rêbertî heta bi şervanan her kesî tevlî siyaseta demokratîk bike ku azadiya fikrî û rêxistinbûnê lê tam e.
KCK'ê di salvegera Şoreşa Rojava de daxuyanî da û got, "Gelê Rojavayê Kurdistanê destketiyên xwe hemû li ser xeta Rêber Apo bi dest xistiye. Wê ji niha û pê ve jî destketiyên xwe li ser xeta Rêber Apo biparêze û bi pêş ve bibe."
Hemû Nûçe
-
Newroza Swîsreyê: Divê Ocalan azad bibe
Li Swîsreyê, bi coşa serketina Kobanê û hilbijartinên 7'ê Hezîranê, Newroz bi beşdariya bi hezaran kesî hat pîrozkirin. Daxwaza ji bo azadiya Ocalan mora xwe li pîrozbahiyê xist.
-
-
-
-
Helepçe û Kurd
Siyasetmedara Kurd Necîbe Omer bi minasebeta 27. salvegera Komkujiya Helepçeyê diyar kir ku hêzên ji bo karibin xwe ji komkujiyan biparêzin divê pişta xwe bidin gelê xwe û yekîtiya xwe ava bikin.
-
-
-
Dêrsimî: Em ê li dijî qirkirina çandî têbikoş in
Dewletê, ji bo erdnîgariya Dêrsimê ya bi bend, HES û madenkariyê hewl dide tine bike, ji bo qetilkirinê mekanîzmayeke nû ava kir: Kana Kevir. Dêrsimiyan destnîşan kirin ku ew ê li dijî qirkirina çandê têbikoş in.
-
-
-
-
-
-
-
-
-
YPG: Li Til Temir 42 çete hatin kuştin
Navenda Ragihandina YPG’ê diyar kir ku li herêma Til Temir gundek ji çeteyan hatiye paqijkirin û 42 çete hatine kuştin. Navendê destnîşan kir ku li Til Hemîs jî çeteyek hatiye kuştin.
-
Endamê asayîşê Bilind Ebdo hat defnkirin
Bi sedan welatiyên bajarên Dirbêsiyê, Til Temir û Ebûrasên cenazeyê endamê hêzên asayîşê Bilind Ebdo (Mazlûm) yê 12’ê Adarê di berxwedana Til Temirê ya li dijî çeteyên DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest da, oxirkirin.
-
‘Pakêta Ewlekariya Hundir’ li Erdîşê hat şermezarkirin
Hevserokê HDP’ê yê Wanê Veysî Dîlekçî yê di çalakiya şermezarkirinê ya li dijî “Pakêta ewlekariyê” bi pêşengiya Rêxistina HDP’ê ya Erdîşê ve hate lidarxistin de axivî, got ku pêşeroja welat bi pêkanînan ve ber bi tarîtiyê ve tê birin.
-
-
Di forûma Silêmaniyê de ji bo Ocalan azadî hat xwestin
Hevseroka Rêxistina DBP’ê ya Amedê Îpek a di forûma li Silêmaniyê dewam dike axivî, got, "Ji bo li Rojhiata Navîn aştî bicih bibe û dewam bike, divê rewşa girtimayîna fizîkî ya Birêz Ocalan a li Girava Îmrali bê bidawîkirin. "
-
-
Wesayîteke çeteyan hat rûxandin
Li gundê Til Telaa yê li başûr rojavayê Til Temir wesayîteke çeteyên DAIŞ’ê ji aliyên hêzên hevbeş ve hate rûxandin. Li gundên Xabûrê pevçûn didomin.
-
-
YPG’ê nasnameya 8 şervanan aşkera kir
Navenda Ragihandina YPG’ê nasnameya 8 şervanên xwe yên di berxwedana li dijî çeteyên DAIŞ’ê de li kantonên Cizîrê û Kobanê jiyana xwe ji dest dane bi daxuyaniyekê aşkera kir.