Şervanên YPJ û YPG’ê Abay û Çali spartin axê

Cenazeyên şervana YPJ’ê Dîlan Abay (Newal) û şervana YPG’ê Ramazan Çali (Bextiyar Mûş) yên di berxwedana Kobanê de jiyana xwe ji dest dan, li Bakur bi girseyî spartin axê.

Cenazeyê şervana YPJ’ê Dîlan Abay (Newal) û şervanê YPG’ê Ramazan Çali (Bextiyar Mûş) yên di berxwedana Kobanê de jiyana xwe ji dest dan, li Bakur bi girseyî spartin axê.

CENAZEYÊ DÎLAN ABAY LI ÎDIRÊ SPARTIN AXÊ

Cenazeyê şervana YPJ’ê Dîlan Abay (Newal) a ku di berxwedana Kobanê de jiyana xwe ji dest da, serê sibê anîn warê wê Îdirê. Girseya gel bi çepik û tilîliyan cenazeyê Newal pêşwazîkirin. Bi beşdariya bi sedan wesayît karwanê cenaze ber bi navenda bajêr ve bi rê ket. Karwanê cenaze tevî Parlamenterê HDP’ê yê Agiriyê Halîl Aksoy ji aliyê hezaran kesî ve hate pêşwazîkirin. Wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şervana YPJ’ê Abay bi camên wesayîtan ve hatin kirin. Her wiha dirûşmên, “Şehîd Namirin”, “Ey şehîd rêya te rêya me ye”,  “Qatil DAIŞ wê hesabê bide” qîriyan.

Piştî merasima cenaze bavê şervan YPJ’ê Mehmet Abay axivî û diyar kir ku keça wê dixwest cenazeyên hevalên xwe ji destê DAIŞ’ê rizgar bike, jiyana xwe ji dest daye û got: “Keça min di serî de şehîda Rêber Apo û ya hemû gelê Kurd e. Du hevalên wê jî jiyana xwe ji dest dan. Ji vana cenazeyê hevalek wê hate wergirtin û yê din di destê DAIŞ’ê de ma. Ez bi telefonê bi keça xwe re axivîm ji min re got ‘Bavo ez soz didim, heta ez cenazeyê hevalê xwe neynim, ez ê venegerim. An ez ê cenazeyê hevalên xwe bînim, an jî wê cenazeyê min bên. Ger cenazeyê min bê, li wê derê nehêlin bînin.’ Me jî wesiyeta wê bi cih anîn.”

Piştre Parlamenterê HDP’ê yê Agiriyê Halîl Aksoy axivî û malavahiya girseya beşdarî merasîma cenazeyê şervana YPJ’ê Newal bûn kir û got: “Îro şehîda me bi tenê çûbû. Lê niha ji aliyê bi hezaran kesî ve hate pêşwazîkirin. Ji ber ku hûn ewqas xwedî li şehîda xwe derdikevin ez spasiya we dikim.” Piştre girse çû serdana konê sersaxiyê yê ji bo Newal danîbû.

LI MÛŞÊ JI BO ŞERVANÊ YPG’Ê MERASÎM

Cenazeyê şervanê YPG’ê Ramazan Çali (Bextiyar Mûş) ê ku di encama operasyonên li dijî çeteyên DAIŞ’ê yên li Kobanê jiyana xwe ji dest dan, anîn gundê Pertak ê Mûşê.  Girse saetên danê sibê li ser rêya Kopê li hev kom bû û tevlî karwanê cenaxe bûn. Hezaran kes berê xwe da navennda gund û ber bi goristana gund ve meşiyan. Darbesta Çali yê bi ala PKK’ê hatibû pêçan danîn ser milê xwe û dirûşmên, “Bijî Serok Apo”, “Şehîd Namirin”, “Ey şehîd xwîna li erdê namîne”, “PKK gel e, gel li vir e”. Cenaazeyê Çali li goristana gund spartin axê.

Nûnerê MEYA-DER’a Mûşê Îrfan Kandemîr axivî û got ku ciwanên Kurd li Rojhilata Navîn dîrokê bi tîpên zêrîn dinivîsin. Piştre kekê Çali, Nazim Çali axivî û diyar kir ew îro hestên cuda dijîn û got: “Birayê min şehîdê hemû gelê Kurd e. Em xemgîn in, ewqas jî bi coş in. Birayê min şehîd bû lê Kobanê bi ser ket. Em ê heta mirinê têkoşîna xwe bidomînin.”

Piştî axaftinên hatin kirin, ji bo sersaxiyê li malbatê bikin girse çû mizgefta gund.