Ocalan: Ez ê di Newrozê de nirxandineke berfireh bikim
Berdevkê Heyeta Muzakereyê Sirri Sureyya Onder, diyar kir ku wê Ocalan di Newrozê de nirxandineke berfireh bike û tespîta xwe ya têkildarî gavên pratîk aşkera bike.
Berdevkê Heyeta Muzakereyê Sirri Sureyya Onder, diyar kir ku wê Ocalan di Newrozê de nirxandineke berfireh bike û tespîta xwe ya têkildarî gavên pratîk aşkera bike.
Berdevkê Heyeta Muzakereyê Sirri Sureyya Onder, diyar kir ku wê Ocalan di Newrozê de nirxandineke berfireh bike û tespîta xwe ya têkildarî gavên pratîk aşkera bike. Onder, anî ziman ku ji bo wezîfeya sekretaryayê pêk bînin wê girtiyên nû sewqî Îmrali bên kirin. Hat ragihandin ku Ocalan ji bo Barzanî û Talabanî name nivîsandiye.
Berdevkê Heyeta Muzakereyê Sirri Sureyya Onder, têkildarî hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re ji ANF’ê re axivî.
DI NEWROZÊ DE NAMEYA BERFIREH
Berdevkê Heyeta Muzakereyê Sirri Sureyya Onder, diyar kir ku bi Ocalan re civîneke berfireh pêk anîne û got, "Birêz Ocalan diyar kir ku wê di Newrozê de nirxandineke berfireh bike û vê nameyê wê bi navbeynkariya me ji tevayî gelên Tirkiyeyê û raya giştî ya cîhanê re parve bike. Got ku wê di nameyê de têkildarî gavên pratîk û helwestên rêgezî yên di rêya diçin aştî û çareseriya demokratîk de tespîtên girîng bike.”
HEYETA ŞOPANDINÊ
Onder, bal kişand ku di hevdîtinê de mijara Heyeta Şopandinê jî hatiye rojevê û ev agahî da, "Em ê têkildarî hewldanên xwe yên der barê Heyeta Şopandinê û gavên pratîkê de bi hevdîtina nav hefteyê ya bi hikûmet û beşên din re em ê bigirin dest û zelal bikin.”
JI BO BARZANÎ Û TALABANÎ NAME
Onder ragihand ku di rojên pêşiya me de wê bi Parlamentera HDP’ê ya Amedê Leyla Zana re biçin ziyareta Başûrê Kurdistanê û wiha dewam kir: "Di serî de bi Birêz Barzanî û Birêz Talabanî re, em ê bi tevayî partî û pêkhateyên herêmê re rêzehevdîtinan pêk bînin. Di van hevdîtinan de em ê nameyên ku Birêz Ocalan ji Birêz Barzanî û Birêz Talabanî re nivîsandiye ragihînin. Rojeva van hevdîtinan; di serî de Konferansa Kurd a Neteweyî, tasfiyekirina tehdîdên li Rojava, Mûsil, Kerkuk û Kobanê yên li hember gelê Kurd, polîtîkayên saxlemkirina ewlekariya gel û wê gavên pratîkî bin. Di vê mijarê de em ê pêşniyar û hişyariyên Birêz Ocalan ragihînin.”
Onder diyar kir ku di hevdîtinê de nîqaşên ji bo peyama bi dîmen a di Newrozê de hatiye destgirtin û got, "Birêz Ocalan di vê mijarê de got, 'Ev ne girîng in. A girîng fikrên me ne, pêşniyarên me ne. Em dixwazin aştiyê ava bikin. Divê em destûr nedin bi spekulasyonan sihê deynin ser van hewldanên me yên esîl.'”
KOMA GIRTIYAN A NÛ BI WEZÎFEYA SEKRETERYA DIÇE GIRAVÊ
Onder, der barê guhertina girtiyên li Îmraliyê jî ev agahî da, "Mehkûmên li wir duh hatin sewqkirin. Yên nû jî di nav rojek-du rojan de wê bînin giravê. Bi pêşniyara Birêz Ocalan re komeke girtiyan a ji 5 kesan ji bo wezîfeya sekreterya pêk bînin di nav rojek-du rojan de wê sewqî giravê bên kirin.”