Helepçe û Kurd
Siyasetmedara Kurd Necîbe Omer bi minasebeta 27. salvegera Komkujiya Helepçeyê diyar kir ku hêzên ji bo karibin xwe ji komkujiyan biparêzin divê pişta xwe bidin gelê xwe û yekîtiya xwe ava bikin.
Siyasetmedara Kurd Necîbe Omer bi minasebeta 27. salvegera Komkujiya Helepçeyê diyar kir ku hêzên ji bo karibin xwe ji komkujiyan biparêzin divê pişta xwe bidin gelê xwe û yekîtiya xwe ava bikin.
Siyasetmedara Kurd Necîbe Omer bi minasebeta 27. salvegera Komkujiya Helepçeyê diyar kir ku hêzên ji bo karibin xwe ji komkujiyan biparêzin divê pişta xwe bidin gelê xwe û yekîtiya xwe ava bikin.
Rejîma Baasê di 16’ê Adara 1988’an de li Helepçeyê çekên kîmyewî bi kar anî. Di vê êrîşê de zêdeyî 5 hezar Kurd jiyana xwe ji dest dan. Komkujiya Helepçeyê yek ji 8 Enfalan e. Di van 8 Enfalan de 182 hezar Kurd hatin qetilkirin.
Bi minasebeta salvegera Komkujiya Helepçeyê siyasetmedar Necibe Omer diyar kir ku eger Kurd yekitiya xwe ava bikin wê hêzên derveyî Kurdan jî bibin dost. Omer, tifaqa Cezayirê ya di 1975’an de minak da û wiha got: "Wê demê tevgerên Kurd pişta xwe dabûn Îranê. Li Cezayirê Îran û Iraqê li ser parvekirina axa Kurdan tifaq çêkirin. Iraqê xwest ku Îran alîkariya Kurdan neke. Ev ji bo Kurdan şikestineke mezin bû. Pêwîst bû Kurdan ji vê bûyerê encam derxista. Pişta xwe dayîna hêzên derve û li gorî xwestekên wan tevgerkirin heta roja me ya îro jî tevgerên Başûr ji bo xwe esas girtine. Ji dêvla xwe bispêre gel xwe dispêre hêzên hegemon. Feraseta li başûrê Kurdistanê ev e ku dewletên êrîşî başûrê Kurdistanê dikin tenê weke dijmin dibîne. Dewletên din weke dijmin nabîne. Dost dibîne. Ev jî gelek zehmetî bi xwe re anî. Gelê Başûr ji bo têkoşînê her dem amade bû. Lê van nêzîkatiyan bi taybet jî pêşengên têkoşîna siyasî hişt ku gel encamên dixwaze negire."
Omer destnîşan kir ku di sala 1988’an de hikûmeta Baasê ketina pastarên Îranê ya Helepçeyê ji xwe re kir hincet û wiha got: "Li ser bajarê Helepçeyê çekên kimyewî bi kar anî. Destpêkê rejîma Baasê ev qetlîam înkar kir. Piştre jî Sedam sedema bikaranîna çekên kîmyewî pastarên ketine Helepçeyê weke hincet nîşan da. Bi hezaran mirov birîndar bûn û şehîd ketin. Gelek mirov penaber bûn. Siyaseta Baasê ku îradeya gele Kurd nas nake û tevgerên Başûr ku pişta xwe dide dewleta Îranê bû sebebê komkujiyê. Dewleta Baasê dixwest îradeya gelê Kurd bişkîne. Ev gelek êş bi xwe re anî."
BI KÎMYASALÊ QETÎAM PÊK ANÎN
Omer da zanîn ku Helepçe bajarekî sînorê Iraq û Îranê ye û wiha got: "Gelê Helepçeyê şoreşger e. Her tim di şoreşê de di refên pêş de cih digirtin. Li ser vî esasî hikûmeta Iraqê ji bo xwe her tim weke xetere dît. Di şerê her du dewletan de jî ji ber topbaranan dibûn qurban. Rejîma Baasê di hereketa Enfalê de li gelek deverên din jî çekên kîmyewî bi kar anî. Di Enfalê de 182 hezar kurd hatin qetilkirin. Ev di sala dawî ya şerê Iraq û Îranê pêk hat. Bi hezaran gund vala kirin û rûxandin. Mirovên li van gundan welatparêz bûn. Ji sala 1988’an û pê de tevgerên Kurd ên Başûr belav bûn. Ango hereketên Kurd tasfiye bûn."
'PIŞTÎ KOMKUJIYAN SERHILDAN'
Omer bilêv kir ku weke çawa di 1975’an de şikestinek di tevgeren Kurd çêbû û di piştre jî serhildan destpêkirin, ji bo 1988’an jî mirov dikare heman tiştî bibêje û wiha berdewam kir: "Di salên 90’î de hem li Başûr hem jî li Bakur serhildan destpê kirin. Ji bo tepisandinê hewldanên hikûmeta Baasê çêbû lê nikarîbû serhildanê bitepisîne. Serhildan mezin bû û gelek bedel jî hate dayîn. Lê dîsa tevgerên Başûr pişta xwe dabûn hêzên derve, pişta xwe nedabû Kurdan bi xwe."
'JI BO ÇI DEST JI ŞENGALÊ BERDAN Û REVIYAN?'
Omer diyar kir ku niha 23 sal in herêma Kurdistanê heye lê hîn jî li gorî xeta 36. tevdigere ûtenê çar bajarên xwe hene û wiha got: "Bajarên din ên Kurdistanê li ser herêma Kurdistanê nayê hesabandin, bi ser dewleta Iraqê ve ne. Ji ber ku pişta xwe her tim dide dewletên hegemon. Di roja îro de êrîşa li ser Şengalê jî heman siyaset bû. Şengal bi hêzên Kurd dikaribû bihata parastin. Lê pêşmergeyan xwe ji Şengalê vekişandin. Heta niha jî mijareke lêpirsînê ye ku çima Şengal nehat parastin. Çima ewqas hêzên asayîş û pêşmerge li wir bûn piştre jî dev ji Şengalê berdan û reviyan? Mirov nikare îdia bike ku çekên pêşmergeyan tine ne. Li Başûrê Kurdistan çekên giran jî hene. Lê talîmatê hatiye gumanek mezin tê de heye. Bi taybet jî gumanên gel li ser PDK’ê hene. Ez bawerim ku ew ê rojek were û lêpirsîn wê bê kirin."
'TÊKILIYÊN PDK Û DAIŞ'Ê HENE YAN NA?'
Omer got ku di komkujiya Şengalê de heman feraset a çareserî ji dewletên dagirker xwestin heye û wiha berdewam kir: "Lê ev bê fêde ye. Weke têkiliyên PDK bi dewleta Tirk re mirov dikare mînak bide. Ji aliyê iktisadî ve têkilî hene. Lê dewleta Tirk jê fêdê dibîne. Ev rastî derket ku hikûmeta herêma Kurdistanê li bendê bû ku dewleta Tirkiyeyê were wê biparêze. Lê Tirkiyeyê jî alîkariya DAIŞ’ê dike. Di vêderê de ev jî derdikeve: têkiliyen PDK û DAIŞ’ê hene yan na? Di vê mijarê de gumanên gel hene. Hem teslîmkirina erdên Kurdistanê û hem jî neparastina gelê Kurdistanê hişt ku guman çêbibin."
'KOBANÊ JI BO HÊZA CEWHERÎ MÎNAK E'
Omer di dirêjiya axaftina xwe de got ku êdî gel gihiştiye ew astê siyaseta xwe dispêre derve ne çare ye û axaftin wiha bi dawî kir: "Ligel bêderfetiyan jî gerîlayan bi hezaran mirov rizgar kir. Ev yek nîşan da ku hêza hundirîn çiqas xurt e. Niha jî di rizgarkirina Şengalê de bi israr in. Di gelek qadên din de jî ev têkoşîn meşandin û rizgar kirin. Ev serketin ji pêşmergeyan re jî bû moral. Lê mixabin hîn jî PDK dibêje bila Amerîka hêzê bişîne. Ev siyaset çawa hişt Helepçe çêbibe, hişt Şengal jî çêbibe. Êdî pêwîste gel li hemberî vê siyasetê derkeve û Kobanê ji xwe re mînak bigire. Bi têkoşîneke mezin re DAIŞ hate şikandin. Piştî bi ser ketin, hêzên derve jî hatin alîkariyê. Pêwîst e hêzên Başûrê Kurdistanê jî li gorî vê rastiyê xwe îkna bikin. Di nav xwe de yekîtiyê ava bikin û pişta xwe bide gelê xwe. Wê demê hêzên din jî li ser esasê vê hêzê wê bibin dostên me."