Newroza Swîsreyê: Divê Ocalan azad bibe
Li Swîsreyê, bi coşa serketina Kobanê û hilbijartinên 7'ê Hezîranê, Newroz bi beşdariya bi hezaran kesî hat pîrozkirin. Daxwaza ji bo azadiya Ocalan mora xwe li pîrozbahiyê xist.
Li Swîsreyê, bi coşa serketina Kobanê û hilbijartinên 7'ê Hezîranê, Newroz bi beşdariya bi hezaran kesî hat pîrozkirin. Daxwaza ji bo azadiya Ocalan mora xwe li pîrozbahiyê xist.
Li Swîsreyê, bi coşa serketina Kobanê û hilbijartinên 7'ê Hezîranê, Newroz bi beşdariya bi hezaran kesî hat pîrozkirin. Daxwaza ji bo azadiya Ocalan mora xwe li pîrozbahiyê xist.
Li bajarê Swîsre Lûzernê, zêdeyî 7 hezar Kurdistanî li salona Messe Centerê civiyan û li gel dostên xwe Newroz pîroz kirin. Li qada pîrozbahiyê alên YPG, YPJ, PKK, wêneyên Ocalan, şervanên YPG/YPJ ên li Rojava jiyana xwe ji dest dan û pankartên ji nivîsên silavkirina berxwedana Kobanê hatin daliqandin.
Di pîrozbahiya Newrozê de Şaredarê berê yê bajarê mezin ê Amedê bernamzetê HDP'ê yê Rihayê Osman Baydemîr, bernamzeta HDP'ê ya Stenbolê hunermend Pinar Aydinlar, Cîgirê Serokê Koma Partiya Sosyalîst a Parlamenta Federal Andy Tschumperlin, nûnerên MLKP, Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk li Swîsreyê, hunermend Ozan Emekçî, Sosin û Hozan Kawa amade bûn.
Li dû deqeyeke rêzgirtinê li ser navê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Swîsreyê Dervîş Arik mafê axaftinê wergirt û bal kişand ser girîngiya Newrozê ji bo gelê Kurd. Arik berxwedana Kobanê nirxand û destnîşan kir ku Kurdan bi lêdana derbeke giran li çeteyên faşîst, pavşerû yên DAIŞ'ê, xwe gihandine sala 2015'an. Arik destnîşan kir ku divê her kes baş bizanibe ji bo Kurdan azadî ji her tiştî girîngtir e.
ARIK: OCALAN AZAD NEBE NABE
Arik pêvajoya çareseriya demokratîk a di navbera Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hikûmeta AKP'ê de nirxand û ragihand ku tevî nêzîkatiyên Ocalan û PKK'ê yên ji bo meşandina pêvajoyê, AKP hînê serî li taktîka mijûlkirinê dide. Arik diyar kir ku ji bo rêveçûna pêvajoya çareseriyê, azadiya Ocalan nebe nabe û got, "Ev gelê ku 30 sal in têdikoşe azadiya Rêberê xwe dixwaze û wê vê daxwazê jî bi ser bixîne."
OCALAN: AZADÎ NÊZ E
Siyasetmedarê Kurd Xebat Ocalan jî ragihand ku Newroz bi çalakiya Mazlûm Dogan re bêhtir watedar bûye û anî ziman ku bi saya berxwedana 35 salan a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Tevgera Azadiyê, azadî îro ji her demê bêhtir nêz e. Ocalan got, "Divê her kes baş bizanibe ku ji bo me şertê yekane yê jêneveger ê pêvajoya çareseriyê azadiya Ocalan e û êdî ev gel nikare xwe li dîlgirtina Rêberê xwe rabigire." Ocalan girînga hilbijartinên 7'ê Hezîranê jî bibîr xist û ji bo dengdayîna HPD'ê bang li hilbijêrên li Ewropayê kir ku biçin ser sindoqan.
TSCHUMPERLÎN: KURD JI BO KURDISTANÊ AMADE NE
Cîgirê Serokê Koma Partiya Sosyalîst a Parlamenta Federal a Swîsreyê Andy Tschumperlîn jî di axaftina xwe ya li vir de Newroz pîroz kir û kêfxweşiya xwe ya ji ber vê pîrozbahiyê anî ziman. Tschumperlîn bal kişand ser mezinahiya têkoşîna Kurdan û destnîşan kir ku Kurd ji bo Kurdistanê amade ne. Tschumperlîn jî ji her kesî xwest di hilbijartinan de dengê xwe bidin HDP'ê û got, "Di têkoşîna edalet û azadiyê de ez bi we re me."
BAYDEMÎR: TEXTÊ ZALIMAN WÊ HILWEŞE
Şaredarê berê yê bajarê mezin ê Amedê bernamzetê HDP'ê yê Rihayê Osman Baydemîr jî anî ziman ku xeyalên azadiyê yên Mûstafa Barzanî, Şêx Seîd û Seyîd Riza îro li Kurdistanê bicih tê û destnîşan kir ku îro li Kurdistanê û Rojhilata Navîn textên zaliman bi têkoşîna azadiyê re hilweşiyane. Baydemîr bal kişand ser komkujiyên DAIŞ' li Rojhilata Navîn dike û got, "Bila cîhan baş bizanibe ku terora DAIŞ'ê ji aliyê Kurdan ve hat sekinandin. Ji bîrkirina komkujiyên li Şengal û Rojava bila li me heram be."
BAYDEMÎR: A KU HILWEŞIYA NE KOBANÊ BÛ, MASKEYA ERDOGAN Û ENQEREYÊ BÛ
Baydemîr axaftina Erdogan a di dema berxwedana Kobanê de bibîr xist û got, "Yên digotin Kobanê li ber ketinê ye dîtin ku Kobanê neket. Ya ket masekya Erdogan û Enqereyê bû. Barbar bi tenê li Kobanê hatin sekinandin." Baydemîr destnîşankirin ku avakirina sîstema demokratîk a li Kurdistanê, Rojhilata Navîn û tevahiya cîhanê, bi qasî agirê Newrozê nêz e.
Baydemîr ragihand ku bi vîna gel re wê Ocalan di Newroza 2016'an de li Amedê be û got, "Vîna gelê me wê Ocalan azad bike." Baydemîr anî ziman ku ew ê benda hilbijartinê ya ji sedî 10'an ji Ewropayê hilweşînin û banga xwedîderketina li HDP'ê kir.
Piştî Baydemîr hunermend Pinar Aydinlar, Ozan Emekçî, Kawa, Sosin derketin ser dikê û hunera xwe pêşkêş kirin.