‘Pakêta Ewlekariya Hundir’ li Erdîşê hat şermezarkirin

Hevserokê HDP’ê yê Wanê Veysî Dîlekçî yê di çalakiya şermezarkirinê ya li dijî “Pakêta ewlekariyê” bi pêşengiya Rêxistina HDP’ê ya Erdîşê ve hate lidarxistin de axivî, got ku pêşeroja welat bi pêkanînan ve ber bi tarîtiyê ve tê birin.

Hevserokê HDP’ê yê Wanê Veysî Dîlekçî yê di çalakiya şermezarkirinê ya li dijî “Pakêta ewlekariyê” bi pêşengiya Rêxistina HDP’ê ya Erdîşê ve hate lidarxistin de axivî, got ku pêşeroja welat bi pêkanînan ve ber bi tarîtiyê ve tê birin.

Li navçeya Erdîşê ya Wanê bi pêşengiya HDP’ê ji bo şermezarkirina “pakêta ewlekariyê” çalakî hate lidarxistin. Endamê PM a DBP’ê Çîmen Alturk, Hevserokê HDP’ê yê Wanê Veysî Dîlekçî, hevserokên DBP’ê yê Wanê Hamiyet Şahîn û Miraz Çalli, aktîvîstên KJA’yê, nûnerên rêxistinên sivîl ên civakî jî di nav de gelek kes beşdarî daxuyaniya li Merkez Parkê hate dayîn bûn. Di daxuyaniyê de dowîzên “Kes nikare dest bide cilên me yên gelerî û rengên me” “Ne paketa ewlekariyê, paketa zilmê” “Em ê nebin evd û sermayeya AKP’ê”, “Em ne dewleta polîsan dewleta hiqûqê dixwazin” “Em ne gelê gumanbarên maqûl geleke birûmet in” hatin vekirin û dirûşmên “Kurdistan wê ji faşîzmê re bibe goristan” “Bijî Serok Apo” “Pêkûtî me bêzar nakin” hatin berzkirin. Li ser navê girseyê Hevseroka HDP’ê ya Erdîşê Seval Çadirci axivî û got ku peyva “gumana maqûl” a di paketê de feraseta hikûmeta AKP’ê bi awayeke zelal nîşan dide.

Piştre Hevserokê HDP’ê yê Wanê Veysî Dîlekçî axavî û got ku Tirkiye ev 35 sal in bi makeqanûneke nedemokratîk ve tê rêvebirin û wiha berdewam kir: “Li vî welatî ev 35 sal in qanûneke awerte tê pêkanîn. Bi têkoşîna neteweyî ya kurd ve li axa Kurdistanê qanûnên nû hatine derxistin û hê jî ev qanûn tên pêkanîn.” Dîlekçî destnîşan kir ku bi van pêkanînan ve pêşeroja welat ber bi tarîtiyê ve tê birin û wiha got: “Civakê bi qanûnên nedemokratîk ve û ji amîrên mulkî û polîsan re hiştin ji bo Tirkiyeyê pêkanîneke şaş e. Li aliyike bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin tê kirin li aliyê din jî bi derxistina qanûnên bi vî rengî ve Tirkiyeyê dikin girtîgeheke vekirî.”

Daxuyanî bi dirûşman ve bi dawî bû.