TEV-DEM: Em bi ruhê seferberiyê tevlî berxwedanê bibin

TEV-DEM diyar kir ku çeteyên DAIŞ’ê bi êrîşên xwe mozaîka çandî ya gelên herêmê hedef digire. Desteyê bang li tevahiya pêkhateyên herêmê kir ku bi hev re û bi ruhê serferberiyê tevlî berxwedanê bibin.

Desteya Rêveber a Tevgera Civaka Demokraîk (TEV-DEM) diyar kir ku çeteyên DAIŞ’ê bi êrîşên xwe mozaîka çandî ya gelên herêmê hedef digire. Desteyê got ku hêzên herêmê yên hevbeş ku ji sînorê Iraqê heta sînorê Tirkiyê şerê van çeteyan dikin, dikarin çeteyan têk bibin. Desteyê bang li tevahiya pêkhateyên herêmê kir ku bi hev re û bi ruhê serferberiyê tevlî berxwedanê bibin.

Desteya Rêveber a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) der barê êrîşên çeteyên DAIŞ’ê û hedefgirtina pêkhateyên Asûrî yên bajarê Til Temirê û yekîtiya gelên herêmê hedef digirin daxuyaniyek nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin: “Îradeya azadiyê ya ku li Kobanê, Til hemîs û Til Birakê bi ser ket, ji tevahiya cîhanê re da îspatkirin ku gelê herêmê bi hemû pêkhateyên xwe li ser esasê biratiya gelan û aştiyê dikare jiyana hevbeş xurt bike. Bi vê vîna xurt dikare êrîşên çeteyan yên li ser herêmê têk bibe.ˮ

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku azadiya Rojava bi vîn û îsrara li dijî zilm û zordariyê pêk hatiye û hate gotin ku Kobanê bi berxwedana xwe ev vîn di zîrveya herî jor de temsîl kiriye, piştî wê jî li Kantona Cizîrê, bi taybetî jî li Tilhemîs û li Til Birakê yên weke navendên çeteyan dihatin bikaranîn bi serketinê berdewam kiriye.

Di berdewamiya daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku herêmên Til Hemîs û Til Birak ji aliyê erdnîgariyê ve ne tenê ji bo çeteyên DAIŞ’ê yên li Sûriyê girîng bûn, lê belê ew ji bo çeteyên li Iraqê jî pir girîng bûn.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku çeteyên DAIŞ’ê xof û tirseke mezin jiyan dikin, ji ber vê yekê bi hemû hovîtiya xwe êrîşî pêkhateyên herêmê yên Kurd, Ereb, Suryan, Asûrî dikin û wiha hate domandin: “Çeteyên DAIŞ’ê di vê dema dawî de bi awayekî herî hov êrîşî pêkhateya Asûrî dikin û tola xwe ji bermahiyên şaristanî û mirovahiyê yên li bajarê Mûsilê hil didin. Çeteyên DAIŞ’ê ne tenê zindiyan armanc digire, lê belê bermahiyên şaristaniya mirovahiyê yên hezar salan jî talan dike û dişikîne. Çete li herêma Til Temirê hewl didin pêkhateya Asûriyan tune bikin û li bajarê Mûsilê jî şaristaniya wan winda bikin.”

Di berdewama daxuyaniyê de hate gotin ku çeteyên DAIŞ’ê beriya niha jî êrîşî herêma Şengalê ku Kurdên Êzdî lê jiyan dikin, kirine û bi vê yekê hewl didin mozayîka çandî û şaristanî li herêmê têk bibin. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku şervanên YPG’ê û YPJ’ê bi hevkariya hemû pêkhateyên herêmê li hemberî çeteyên DAIŞ’ê berxwedaneke bêhempa dan meşandin û wiha hate domandin: “Bi vê yekê YPG’ê bû sembola parastina hemû pêkhateyên herêmê û bi taybet kêmnetew û baweriyên herêmê.”

Di daxuyaniyê de hate gotin ku şervanên YPG’ê, YPJ’ê, Meclîsa Leşkerî ya Suryaniyan, hêzên Asayîşê, hêzên Sutoro û hêzên El-Senadîd li dijî çeteyên DAIŞ’ê di herêmek 180 km de hê jî berxwedana xwe didomînin û efsaneyên dîrokî dinivîsin.

Der barê hevgirtina hemû pêkhateyên herêmê de jî di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin: “Yekîtiya di navbera pêkhateyên herêmê de, dikare çeteyan têk bibe. Ev yekîtiya tê jiyankirin destpêka tecurbeyeke serkeftî di jiyana hevbeş de ye. Ev yek jî serkeftina tecrûbeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk di yekkirina hemû pêkhateyên herêmê de nîşan dide û bi sîstematîk ber bi demokrasî û azadiyê ve diçe.”

Di dawiya daxuyaniyê de bang li hemû welatiyên herêmê û bi taybet ciwanan hate kirin ku bi rihê seferberiyê berê xwe bidin eniyên berxwedanê û li dijî hovîtiya çeteyan destên xwe bidin hev û hate gotin: “Wekî ku çeteyên DAIŞ’ê li Kobanê û Şengalê têk çûn dê li herêma Cizîrê jî têk biçin. Di vê em bi hev re û bi ruhekî seferberiyê beşdarî berxwedanê bibin.”