Zelal Yosif û 10 şervanên YPG/YPJ'ê li Lînzê hatin bîranîn
Şervana YPJ'ê Zelal Yosif (Diljîn Nêrgiz) û 10 şervanên YPG/YPJ'ê yên li bajarokê Til Hemîs ê Kantona Cizîrê jiyana xwe ji dest dan, li Lînzê hatin bîranîn.

Ji bo şervana YPJ'ê Zelal Yosif (Diljîn Nêrgiz) a di berxwedana Til Hemîsê de jiyana xwe ji dest da, li bajarê Awûstûrya Lînzê çalakiyeke bîranînê hat lidarxistin, serdanên sersaxiyê hatin qebûlkirin. Di bîranîna li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk de tevî wêneyên Yosif alên YPG, YPJ û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin daliqandin.
Merasîma bîranînê bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir. Dûre Apê Yosif Ednan Omar der barê biraziya xwe de axivî. Omar got, "Biraziya min, tevî ku 17 salî bû her tim xwest li refên herî pêş be. Her tim digot ku dê, bav û hevalên wê şer dikin, nabe ew li malê be, lewma divê şer bike."
Piştî axaftina Omar nûnerê PYD'ê yê Awûstûryayê Rênas Ammo Sonkî li ser rewşa dawî nirxandin kir. Di merasîmê de dirûşmên "Bijî Berxwedana Rojava", "Şehîd Namirin" û "Bijî YPG/YPJ" hatin qîrîn.
Beşdarên merasîmê sersaxî ji xizmên Yosif re xwestin û piştî belavkirina xwarinê, merasîm bi dawî bû.