Ji bo Alî Aslan li Stockholmê serdanên serxweşiyê hatin qebûlkirin

Malbata welatparêzê Kurd Alî Aslan û kekê wî nivîskar Kamran Simo Hedîllî, ji bo Aslan ê ji ber nexweşiya kanserê jiyana xwe ji dest da, li Komeleya Çanda Kurd a li paytexta Swêd Stockholmê serdanên serxweşiyê qebûl kirin.

Malbata welatparêzê Kurd Alî Aslan û kekê wî nivîskar Kamran Simo Hedîllî, ji bo Aslan ê ji ber nexweşiya kanserê jiyana xwe ji dest da, li Komeleya Çanda Kurd a li paytexta Swêd Stockholmê serdanên serxweşiyê qebûl kirin.

Di merasîma bi beşdariya bi sedan Kurdistanî de siyasetmedarê Kurd Alî Batman axivî û diyar kir ku Aslan ji ber desteka xwe ya ji bo Têkoşîna Azadiyê ya Kurd rastî êrîşên dewletê hatiye, lewma neçar maye welatê xwe biterikîne û xwe li Swêdê bigire. Batman da zanîn ku Aslan li derveyî welat jî di nava têkoşînê de cih girt û hin bîranînên xwe yên bi Aslan re jiya, bi Kurdistaniyan re parve kir.

Ji rêhevalên Aslan Latîf Cebe li merasîmê ji ANF'ê re axivî û diyar kri ku ji sala 1991'ê û vir ve ew hem hevalê Aslan ê kar bû hem jî di heman komîteya xebatê de cih girtibû.

Cebe diyar kir ku piştî Aslan bi nexweşiya kanserê ket gelek kes hat serdana wî û got, "Êrîş û berxwedanên li Şengal û Kobanê bandoreke mezin li wî kir. Dixwest demek berî demekê bi tenduristiyeke baş tevlî têkoşînê bibe, lê mixabin li hemberî nexweşiyê bi ser neket."

Salîh Gok jî anî ziman ku ji sala 1992'an û pê ve bi Aslan re di nava xebatê de cih girtiye û got, "Ew welatparêzekî xwedî huner, civakî, fedekar û xebatkar bû. Kedeke mezin da têkoşînê. 10 roj beriya jiyana xwe ji dest bide hat komeleyê, me hev dît. Ji min re got, 'Rêhevalê min ez amadekariya xwe dikim. Ez ê vegerim welatê xwe û tevlî têkoşînê bibim.' Tevî ku rewşa tenduristiay wî gelekî nebaş bû jî ew her tim li serketina têkoşînê difikirî."

Cenazeyê Aslan ê di 49 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da, hefteya bihurî li cihê lê ji dayik bû li Êlihê hatibû veşartin.