KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Cenazeyê Altûn ê MLKP’î anîn Pirsûsê
Cenazeyê şervanê MLKP’ê Erkan Altûn (Komunîst Nefer) ku li Kobanê jiyana xwe ji dest dabû anîn Pirsûsê. -
HDP: Li Gazî û Qamişloyê xwestin Elewî û Kurdan teslîm bigirin
HDP'ê bi daxuyaniyeke nivîskî qurbaniyên komkujiyên Gazî û Qamişlo bibîr anî. -
Ji artêşa Tirk êrîşên bi obus û hawanan
Hat ragihandin ku artêşa Tirk li hember derdora qereqola Oremar û Keleha Ertûşa ya li herêma Zapê bi obus û hawanan bombardûman pêk anîne. -
Li Şengalê 9 çete hatin kuştin
Li Başûrê Kurdistanê bajarê Şengalê, di pevçûnên navbera hêzên HPG/YBŞ û çeteyên DAIŞ'ê de herî kêm 9 çete hatin kuştin. -
Komkujiya Qamişlo li Kobanê hat şermezarkirin
Rêveberiya Kantona Kobanê, komkujiya Qamişlo şermezar kir û bal kişand ser têkoşîna wekhevî û biratiyê ya li her aliyê Rojava tê meşandin. -
KCD'ê komkujiyên 12'ê Adarê lanet kir
KCD'ê Darbeya 12'ê Adarê, Komkujiyên Gazî û Qamişlo lanet kir. -
Nobeda 'Ji Ocalan re Azadî' bi koma Evry re dewam dike
Nobeda Azadiyê ya bi daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî destpê kir, dewam dike. -
KCK'ê qurbaniyên Qamişlo û Gazî bibîr anî
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê qurbaniyên bûyerên Gazî yên di 12'ê Adara 1995'an de destpê kir û qurbaniyên Komkujiya Qamişlo ya di 12'ê Adara 2004'an de bi provokasyona rejîma Baasê pêk hat, bibîr anî. -
Navê "Şehîdên 12'ê Adarê" li Stadyûma Qamişlo hat kirin
Cangoriyen di Komkujiya Qamişlo ya 12'ê Adara 2004'an de jiyana xwe ji dest dan, li Stadyûma Futbolê ya li bajarê Qamişlo bi merasîmekê tên bîranîn. Di merasîmê de navê stadyûmê weke "Stadyûma Şehîdên 12'ê Adarê" hat guhertin. -
Ji hunermendên dildar ên Belçîkayê ji bo Kobanê alîkarî
Hunermendên dildar li bajarê Antwerpenê yê Belçîkayê ji bo welatiyên Kobanê konser lidar xistin û alîkariya di konserê de hat berhevkirin şandin Pirsûsê. -
Nasnameya cangoriyekî YPG'ê hat aşkerakirin
Navenda Çapemeniyê ya YPG’ê nasnameya şervanê YPG’ê Mucahîd Akturk (Azad Dêrik) ku di 8’ê Adara 2015’an de li xeta Til Hemîs û Til Birak jiyana xwe ji dest dabû, aşkera kir. -
Heyeta Îmraliyê wê di dawiya hefteyê de bi Ocalan re hevdîtinê bike
Heyeta HDP'ê ya Îmraliyê, ku herî dawî di 27'ê Sibatê de bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin kir, tê payîn ku di dawiya vê hefteyê de biçe Girava Îmraliyê. -
Li Rojava çalakî û pevçûn dewam dikin
Li kantonên Kobanê û Cizîrê yên Rojavayê Kurdistanê, pevçûnên di navbera hêzên YPG/YPJ'ê û çeteyên DAIŞ'ê de dewam dikin. -
Li Kantona Cizîrê sibehê hilbijartin heye
Şêniyên Kantona Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê, ji bo hilbijartina Meclîsên Şaredariyan sibehê diçin ser sindoqan. -
Bayik: Pêwîstî pê hebe em ê di paqijkirina Mûsilê de cih bigirin
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik got, "Em li her cihî li dijî DAIŞ'ê şer dikin. Pêwîstî pê hebe em ê di paqijkirina Mûsilê de jî cih bigirin. Em ê li deverên din jî li dijî vî dijminê mirovahiyê şer bikin." -
Yekane firina li Kobanê hewl dide nan bigihîne welatiyan
Piştî çeteyên DAIŞ'ê êrîş li Kobanê kirin firina nan a xizmet dida welatiyan demekê rawestiya û piştî welatî vegeriyan bajêr careke din dest bi xebatên xwe kir. -
Newroza Amedê wê mora xwe li dîrokê bixe
Berdevkê KCD'ê û endamê Komîteya Newrozê Seydî Firat diyar kir ku Newroza 2015'an wê mora xwe li dîrokê bixe û ji Herêma Kurdistana Federal û Tirkiyeyê gelek siyasetmedar û hunermend hatine vexwendin. -
Niha dema yekîtî û têkoşîna hevpar e - Cemîl Bayik
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik di nivîsa xwe ya vê hefteyê li rojnameyên Yenî Ozgur Polîtîka û Azadiya Welat de, ji bo demokratîkbûyîna Tirkiyeyê û çareseriya pirsgirêka Kurd bal kişand ser girîngiya yekîtiya hêzên demokratîk. -
Li Pirsûsê Agirê Newrozê
Li Pirsûsê ku wê di 17'ê Adarê de li ser sînorê Kobanê pîrozbahiyeke mezin a Newrozê pêk were, ji niha ve pîrozbahiyan destpê kirine. -
Hevserokê PYD'ê Salih Muslim wê li Parlamenta Îngilîz biaxive
Hevserokê PYD'ê Salih Muslim wê di 25'ê Adarê de li Parlamenta Îngilîstanê di civîna bi mijara "Pêşketina Kurdan-ji înkarê ber bi modela dewleta xweser Kurdên li Sûriyeyê" biaxive. -
'Ya herî xetere mejiyê CHP'ê ye'
Endama Komîteya Jineolojî ya pAJK'ê Zozan Sîma der heqê komkujiya Gazî de got, "Bûyer, bi gulereşandina li Qehwexaneya Rojhilat û kuştina pîrê Elewiyan Halîl Kaya destpê kir. Ne qehwexaneya hat gulereşand ne jî Halîl Kaya rasthatî nînin." -
Li Amedê herî kêm 50 kes hatin binçavkirin
Li navçeya Sûrê ya Amedê polîsan bi ser gelek malan de girt û gelek kes binçavkirin. Li gorî agahiyên parêzeran dayn dibe ku hejmara binçavkirinan zêde bibe. -
Şervanê YPG’ê Yeşîlirmak li Bedlîsê hat defnkirin
Cenazeyê Şervanê YPG'ê Faydan Yeşîlirmak ê di operasyona azadkirina gundên Kobanê de jiyana xwe ji dest da ji aliyê hezaran kesan ve hate definkirin. -
Wan ji bo meşa ‘Ji Cizîrê ber bi Amedê ve ji Ocalan re Azadî’ amade ye
Rêveberê HDP’ya Wanê Metîn Alma da zanîn ku ew ê bi awayekî girseyî tevlî meşa mezin a wê 14’ê Adarê ji Cizîrê ber bi Amedê ve bê lidarxistin, bibin û diyar kir ku ew ji bo meşa ku wê heta 21’ê Adarê bi dawî bibe, amade ne. -
Pîrozbahiyên Newrozê li taxên Şemrexê berdewam dikin
Pîrozbahiyên Newrozê yên li taxên navçeya Şemrex a Mêrdînê berdewam dikin. Gelê navçeyê li Taxa Deşan li ber agirê Newrozê govend gerand.